‘Em helal nakin’ 2021-05-21 09:05:03     Dîlan Babat   ENQERE - Serokomar Tayyîp Erdogan ji esnafan helaltî xwestibû û ev di rayagiştî de rastî bertekan hat û her wiha tedbîrên normalbûna bi sînor dîsa riyê xwediyê kargeriyan nekenand. Esnafan li dijî daxwaza helaltiyê gotin ‘divê bê şermkirin.’   17 roj piştî girtina giştî şûnde biryarên sînorkirina ‘tedbîrên normalbûna bi ast’ beşek wê hat rakirin. Rewşa esnafan her tim bû sedema nîqaşan û serokomar Tayyîp Erdogan di daxuyaniya 14’ê Gulanê de got , “Ji bo beşek esnaf û sektora turîzmê ku di vê demê de ji girtinan bi bandor bûn em ê hewl bidin piştgiriyê bidin. Tevî vê ger ku esnaf, xebatkarên me ketin zor û zehmetiyê em ji wan helaltiyê dixwazin’.  Li ser çapemeniya civakî ev gotinên serokomar rastî bertekan hat. Dîsa serokomar di 16’ê Nîsanê de piştî civîna kabîneyê pakêta der barê esnafan de aşkera kir û esnafan diyar kirin ku ev pakêt tu piştgiriya wê ji bo rewşa ku tê de ne tune ye.   ‘Dewletê dest jê berneda’   Neylan Yilmaz a kafeyê dide xebitandin da zanîn ku destilatdariyê di pêvajoya pandemiyê de polîtîkayên xwe bi plankirî xistiye dewrê û bi vî awayî xwediyên karkeriyan di nezelaliyê de hiştine. Neylanê wiha rewşa xwe anî ziman: “Ev ji salekê zêde ye, ger me zanibûna em ê wisa bimînin wê serhildanên mezin ên esnafan çêbûna. Hikûmetê ev wek polîtîkayê, mirov matmayî hişt. Me di vê pêvajoyê de nizanibû ku em ê bi rewşên wisa re bên rû hev. Me digot wê pakêtên muafiyet û piştgiriyê bên. Tevî ku ev yek jî pêk nehatin, dewletê ji girtina xwe dest berneda. Em hîna bacên xwe didin, em spotajên dukanên ku nadin xebitandin didin. Em hemû ketin zorê. Yên ku hinek pereyên wan hebûn qedandin. Yên tunebûn jî deyn kirin û bi deyn dukan girtin.”   ‘Em bi depresyonê re têdikoşin’   Neylanê her wiha bal kişand ser rewşa jinan a di vê pêvajoyê de û wiha bi lêv kir: “Barê jinan du qatî zêde bû. Faturaya krîzê li jinan tê birîn. Jinên li derve dixebitin li malê jî dixebitin. Barê malê giran e. Berpirsyarî zêde bû, lênerîna zarokan zêde bû. Hem barê kar hem jî fikara bêplansaziyê  zêde bû. Belê em di alî beden de tenduristiya xwe qezenc dikin lê derûniya me têk çû. Em bi depresyonê re têdikoşin. Me esnafan platforma ‘kabele’ ava kir. Platform ewilê baş bû. Çalakiyên me deng dan.  Hemû Tirkiyeyê bihîst. Esnafên derveyê Enqereyê jî piştgirî da.”   ‘Bi paqijkirina deynê bacê dikarin dest pê bikin’   Neylanê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Serokomar helaltiyê dixwaze. Bi dehan kesên jiyana xwe ji dest dan nikarin helaltiyê bidin. Gelek esnafî întîxar kir. Esnaf, muzîsyenên întîxar kirin hene. Ev tenê yên di çapemeniyê de hatine dîtine. Yên nehatin dîtin jî hene. Kesên ku karê xwe nikaribûn bikin û dest bi kuryeyê kirine û her wiha dema kuryetî kirine jiyana xwe ji dest dane hene. Yên ku vê gotinê dibêje bakalê naxebitîne. Ev welatekî bi rê ve dibe. Li hember welat û welatiyan berpirsyariya wî heye. Daxwazkirina helaltiyê di esasê de îtîraf e ; ‘Min welatiyên xwe terkî qedera wan kir’.  Em mijara helaltiyê teqez qebûl nakin. Em dixwazin ku peywira xwe bîne cih. Bila ewil bacên me paqij bike. Divê piştgiriyê bide me, hewce bi helaltiyê tune ye.”   ‘Em demên herî zehmet dijîn’   Dîlek Işik jî ku kafeyê dixebitîne destnîşan kir ku ew demên herî zehmet dijîn û wiha pê de çû: “Min qezenca xwe ya du salan jî winda kir. Di vê pêvajoyê de min   reçel û konserve çêkir û firot. Em li gorî kargeriyên din hinek bi derfet bûn. Yên bi alkol dukanên xwe  veguhertin dukanên alavan û alav firotin.  Desthilatdarî dibêje rûne lê ez pere jî nadim. Av, ceyran û kirê nafikirin. Malbatên me hene. Em neçar in qezencê bikin. Gelek hevalên me neçar man alavên malên xwe bifroşin. Em hinek din fikirîn me got em alavên kevn bifroşin. Me dolabên xwe vala kirin. Em bi vî fikrî hem bazirganiyê dikin hem jî  nêrîneke cuda diafirînin.”   ‘Esnaf tenê hat hiştin’   Dîlekê di berdewamiyê de daxuyakirin ku esnaf di vê pêvajoyê de tenê hatine hiştin û ev tişt bi lêv kir: “Bacên me hene, fature tên. Em dipên ku ev bên taloqkirin lê tu tiştek nehat taloqkirin.  Ev saleke me kar nekiriye. Gotina Tayyîp Erdogan a ‘helaltiyê’ jî li gorî min tişteke divê mirov jê şerm bike ye. Gelek kesî jiyana xwe ji dest da. Bila biçe ji wan helaltiyê bixwaze.”