'Afrênerî di xwezaya jinê de heye' 2021-05-19 09:02:30     Medya Uren   MÊRDÎN - Hanîfe Aygun û Emîne Aydemîr ên li Gundên Xursê ku hewil didin bi çandiniyê debara xwe bikin wiha dibêjin:"Em jin li ser erdan bêhtir serwertir in. Mêr weke dema xwezayî timî ji derve bûn û me jî tim nanê xwe ji erdên xwe bi xwêdana xwe derdixit. Îro jî bi heman rengî keda mezin em didin."   Bi hatina werza biharê re heya dawiya payizê jin bê navber di nav erdan de karê çandiniyê dikin. Bi taybet mirovên li gund dijîn debara xwe bi xwedîkirina ajalan û çandiniyê dikin ku barê herî mezin jî dikeve ser milê jinê. Li gorî daneyên dîrokî jî, jin afrînerê çandinî û jiyana xwecihî ne. Ev çanda hezar salan îro jî li ser xaka Mezopotamyayê berdewam dike. Hanîfe Aygun (68)  û Emîne Aydemîr (30) jî ji bo debara xwe bi ajal û bi erd mijûl dibin. Ew jî diyar dikin ku jin, jiyan û afrînerî peyvên bi hev ve girêdayî ne. Hanîfe û Emîne têkildarî xebatên jinê yên di gund de ji berê heta roja îro çawa bûn bi ajansa me re parve dike.   Xurs yek ji cihên herî rengîn ê Mêrdînê ye lê di aliyê aboriyê de ne ewqas bi şans e. Di heman demê de tûtina Xursê navdar e û gel bi firotina tûtinê îdareya xwe dike. Em îro li çend gundên wê bûn mêvan. Tiştê bala me dikşîne zîrekbûyina jinê ya di qada erd û xwedîkirina ajalan de ye. Li hinek ciha jî em rastî şivanên jin hatin. Têkildarî vê mijarê dema em dipirsin jin dibêjin em bêhtir ji van karan fam dikin û bi xweşikî dikin. Diyar dibe ku timî keda mezin a jinê ye.   'Em karê xwe bi hezkirin dikin'   Em di serî de dibin mêvana Hanîfe Aygun a li gundê Elîpaşayê karê çandinî û sewalkariyê dike. Ew ji ber temenê xwe yê mezin jî qala rojên berê jî ji me re dike. Hanîfe dibêje em çiqas gazinan bikin jî rojên berê ji îro tim xweştir bûn û wiha berdewam dike: "Em di temenên zarokatiyê de hatin zewicandin ku beriya em werin zewicandin jî me karê malê dikir. Me li zarokan temaşe dikir, em diçûn ber sewalan me xwe fêrî bêrîvaniyê dikir. Heta ku em zewicîn jî me wisa jiyana xwe da berdewamkirin. Bi kinahî jiyana jinê bi vî rengî derbas dibe. Lê keda me tim pîroz e. Em pê ve girêdayî ne û bi hezkirin dikin. Jin xulikkar in.”   'Me wekî jin gelek kar dikirin'   Hanîfeyê bal kişand ser keda jinê û wiha domand:"Tenê jin dikare gelek karan di heman demê de bi rê ve bibe. Ya me jî wisa bû. Me di heman demê de gelek kar bi rê ve dibir. Karê malê, paqijî, xwedîkirina sewal û çandinî. Em bêrîvan û şivan jî bûn. Em tim wisa bûn. Lê mêr tim derdiketin ji derveyî gund dixebitîn. Ew li malê nediman. Meh bi meh dihatin, zêdetirîn li metropolên Tirkiyeyê ji xwe re kar didîtin. Carna demên dirêj hevjînê min ne min ne jî zarokên xwe didît. Min bi keda destê xwe û xwêdana eniya xwe wan mezin dikir û wan têr dikir. Em ji zarokan re her tişt bûn. Ango zarokên me ne yek 9 heb bûn. Li gund her jin yan weke min yan jî ji min zêdetir zarok xwedî dikir. Ev bi serê xwe karkeriyek mezin e. Wisa hêsan nebînin."   'Gundiyên me tev xizan in'   Malbata Henîfeyê ji bo debara xwe bike li ser erdê ku bi kirê girtine dixebitin. Henîfeyê li ser xebatên xwe wiha dibêje: "Me çawa berê karê xwe dida meşandin em niha jî di temenê xwe yê mezin de jî dimeşînin. Em jin, zarok û mêr tev bi vî karî mijûl in. Qeyrana aborî jî zêde bûye. Di vê demê de karek din ê ku bikin jî tune ye. Di qeyranê de jî ger em dest bi dest nexebitin jî em ê nikaribin xwe xilas bikin. Gundiyên me xizan in û debara wan bi çandina tutinê tenê dibe."   'Jin bi hêz in'   Emîne Aydemîr û malbata wê ya ku ji gundê Xursa Navê kar û barên xebata çandiniyê dikin. Emîneyê me di nava rez û bostanên çandiniyê de digerîne û dibêje ev tev keda destê jinê ye. Emîneyê wiha berdewam dike: "Diya me jî û dapîrên me jî dibêjin, li ser erdan keda jinê bê hempa mezin e. Ji ber ku jin axê û xwezayê fêm dikin û bi hezkirin pê re dixebitin. Di roja îro de jî gelek tişt nehatine guhertin. Gelek ciwanên weke min hîna di nava vî karî de debara xwe û ya malbata xwe dikin. Ez û zarokên xwe ji şefeqê heya mexrebê di nava erdan de dixebitîn. Em ji derveyî wê êvarî bi sewalan re mijûl dibin. Bêrîvaniyê dikin, karê mal, xwarina maliyan û weke  din karên cuda dikin. Lê mêr weke hercarî tenê karek li pêşiya wan heye. Ji ber vê yekê em ji dibêjin jin bi hêz û afrîner in."   'Qeyrana aborî bandora neyînî dike'   Emîneyê qala debara gundiyan dike û wiha diyar dike: "Gundiyên me weke her carî xizaniyek mezin dijîn. Bi taybet jî êriş û koçberiyên hatine jiyîn, ji ber bêderfetiyên heyî koçberî û gelek bûyerên weke vê jî bandor li jiyana me kirin. Em xizantir kirin. Di roja îro de yên ku herî zêde ji qeyrana aborî bi bandor dibin em in. Bi taybet jî em jin jê bandor dibin û yên ku herî zêde jî di qeyranê de ji malê re dibin piştgir jî car din jin in."   'Bila karê jinê biçûk neyê dîtin'   Emîneyê herî dawî pirsa me ya çima herî zêde jin dixebitin wiha dibersivîne: "Em dema li ser erdên xwe dixebitin xwe bi şans dibînin. Dibe ku di aliyê aborî de em beramberê keda xwe negirin lê em di aliyê derûnî û rihî de gelek tiştan digirin. Xweza me têr dike. Gelek caran jî ji êşên me re dibe çareserî. Xwedîkirina zarokekê çawa be xwedîkirina lawir an jî şênkayiyekê jî bi heman rengî ye. Li gorî min jin weke roja destpêkê hîna afrînera pêşerojên tijî aramî ne. Hêvî dikim ku êdî jin bes werin çewisandin û karê wan biçûk neyê dîtin."