'Fêdeya dewletê ji bo me tune ye lê bila zirarê jî nede me' 2021-05-18 09:01:27     Medya Uren   MÊRDÎN - Karkerên çandiniyê têkildarî pirsgirêkên dijîn û qeyrana aboriyê diyar kirin ku tu fêdeya dewletê ji bo wan tune ye û wiha gotin: "Dewlet tu piştgiriyê nade karkeran. Dewlemendan dewlementir dikin û xizanan xizantir. Ava çemê me yê gund difiroşin me. Madem fêdeya dewletê ji bo me tune ye lê bila zirarê jî nede me."   Her ku qeyrana aboriyê kûr dibe karker bêhtir dikevin tengasiyê û xizantir dibin. Di salên dawî de bi pandemiyê re ev qeyran mezintir bû, îqtidar ji bo di aliyê polîtîkayên aborî de kêmasiyên xwe binixumîne her riyê diceribîne. Karkerên çandiniyê Fatma Ozdemîr û Medîne Aga têkildarî pirsgirêkên dijîn axivîn û diyar kirin ku dewlet tenê piştgiriyê dide dewlemendan û her ku diçe ew xizantir dibin. Fatma diyar kir ava ku ew ji çem dikişînin ser erdê xwe jî wê êdî bi pere bigirin û got ew ê di bin deyn de bimînin.    'Herî zêde jin zehmetiyê dibîne'   Fatma Ozdemîr ji gundê 7 Xuşkayê yê girêdayî Xursa Qoserê ye. Ew bi malbata xwe re li ser 10 domin erd karê çandiniya tûtinê dike. Ew 11 mehên xwe li ser erd derbas dikin. Çandin, çinîn, amadekirin û firotina wan dikin. Erdê ku li ser dixebitin jî bi kirê digirin û bi xwediyê erd re pereyê qezenc dikin nîvî nîvî parve dikin. Çandinî di van mehan de dest pê dike û ji bo em rewşa xebatên wan bipirsin em bi wan re ket têkiliyê. Fatmaya zehmetiyên mezin dibîne wiha dibêje: "Em 11 mehan li vir in. Zehmetiya ku em dijîn nayê gotin. Di nav herîyê de, li ber tavê û dema em bi rojî bûn jî em dixebitîn. Em diçin malê carna em bi xwe re nabînin destên xwe bileqînin. Bi taybet jî jin zehmetiyan dijîn. Ya herî xirab jî ev kar tu sûdeke mezin nade me."   'Em ji dewletê zirarê dibînin'   Fatmayê bal kişand ser pirsgirêkên aboriyê û wiha berdewam kir: "Em ji xwe hatinekê bi dest naxin. Em karker in yên xizan em in. Pêwistiya me bi piştigiriyê heye. Lê heta niha me piştgiriyek nedîtiye. Em ji dewletê zirarê dibînin. Gundê me kirine tax. Ev jî ji bo feyda xwe wisa kirine. Wê bi vî rengî bêhtir baceyê ji me bistînin."   'Ne qanûn ne jî demokrasî heye'   Fatmayê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Çemekî mezin di nava Xursê re derbas dibe. Em bi ava vî çemî xebatên xwe yên çandiniyê dikin. Piştî ku gundê me kirin tax wê ava me jî kirin bi pere. Ango wê ava me bifiroşin me. Dibêjin ew ê saeta ji bo avê bê çêkirin, dibêjin ger hûn saeta avê negirin ew ê her malek 7 milyar pere bide. Em li dijî derdikevin jî me dixin bin çavan. Ceyranên me birine ser dîrekan. Gelo di kîjan welatî de ev heye. Li vir ne qanûn ne jî demokrasî heye. Ji derveyî wê jiyan pir biha bûye. Em nikarin debara xwe bikin. Em di zirarê de ne. Jixwe êdî berhemên em ji çandiniyê bi dest dixin jî nayên firotin. Êdî bes e! Ger hûn piştgirîyê nedin me zirarê jî nedin me."   'Me karkeran mexdûr nekin'   Medîne Aga jî anî ziman ku ew piştgiriyê nabînin û wiha domand:"Karê me karê xizanan e. Kes piştgirîyê nade me. Me bi tiştekî jî nahesibînin. Her tim ê ku dewlemend dibin û piştgiriyê digirin dewlemend in. Yên xizan jî tim em in. Em ji neçariyê li vir in. Ez her roj ji Qoserê têm li vî gundî dixebitim. Me jî 6 donim erd girtiye. Em çandiniya tûtinê, bacanê reş, îsot û firingiya dikin. Em bi vê yekê re nikarin roja xwe jî derbas bikin. Berhemên me li ser me de dimînin encex em mesref bikin. Bi ser wê de em bi xwediyê erd re pereyê xwe dikin nîvî. Divê piştgiriyê bidin keda me. Divê me karkeran bes mexdûr bikin."