‘Roja me bi dayina kedê derbas dibe’ 2021-05-10 09:04:15   Derya Ren   RIHA - Jinên li deşta Pirsûsê li ser erdê nîskan dixebitin, diyar dikin ku bi mêran re dixebitin lê li gorî mêran karê wan hîn girantir e. Jinan da zanîn ku beramberê keda xwe nagirin û gotin keda wan tune tê hesibandin.   Jinên li gundê Mektelan ê navçeya Pirsûsê ya Rihayê dijîn, sibehê piştî ezanê radibin û diçin ser erdên nîskan. Jinên ku 3-4 saetan li ser erdê nîskan dixebitin, vedigerin malê û taştê dikin û piştre dîsa diçin, heta êvarê dixebitin. Ligel vê dema vedigerin malê jî kar li bendê wan e. Jinên ku seranserê rojê bi xebatê derbas dikin, diyar kirin ku li ser erd beramberê keda xwe nagirin.   Jinan bi lêv kirin ku bi mêran dixebitin lê  hêza kar a wekhev tune ye û jin zêdetir dixebitin.   ‘Jiyana gund ji ya bajar xweştir e’   Jina bi navê Zeynep Demîrbîleklî anî ziman ku neçar in ji sibehê heta êvarê li ser erd bixebitin û wiha pê de çû: “Em dema tên malê vê carê karê malê heye. Em nikarin ji zarokên xwe re demê veqetînin. Em ji bo zarokên xwe hewl didin. Lê em nikarin jiyana zarokên xwe rengîn bikin. Em êvarê diçin malê, li zarokan dinêrin, xwarinê çêdikin, cilan dişon. Ligel vê em sibehê dîsa radibin û diçin ser erd. Hevjînê min karkerê demsalî ye, ew neçar e di karên din de bixebite. Cotkarî zehmet e. Dema mirov beramberê wê nagirin mirov naxwazin bixebitin. Dema dewlet piştgiriyê nede zehmetî tê kişandin. Mînak îsal nîsk kêm e. Em dixwazin îsal berhem biguherin lê dewlet dema piştgiriyê nede em nikarin bikin. Di pandemiyê de jiyana li gund baş e. Zarokên min baş xwedî dibin. Jiyana gund ji bajar pir baştir e.”   ‘Hêzê dide min’   Uveyş Demîrbîleklî jî nêrînên xwe wiha anî ziman: “Keda jinan tu car nayê dîtin. Bi salan ez bi çandiniyê re mijûl dibim. Jiyana gund zehmet e lê em jê hez dikin û naxwazin ji gund derkevin. Gund ji bo tenduristiya mirovan pir baş e. Ez li ser erd kolandinê dikim. Gîha paqij dikim. Em bîstan diçînin û ez pê re mijûl dibim. Em amadekariya zivistanê jî ji bîstanên xwe dikin. Ez 60 salî me lê hîna li ser erd dixebitim. Dema li ser erd dixebitim xurt dibim. Ez ji axê hez dikim. Dixwazim pê re mijûl bibim.”   ‘Roja me bi kedê derbas dibe’   Emîne Demîrbîleklî jî daxuyakirin ku ji ber pirsgirêka avê ew ji Pirsûsê çûn Herranê wan erdê pembo ajot. Lê ew vegeriyan Pirsûsê û wiha domand:" Em li vir erdê nîsk, genim, ceh dajon. Roja me hemû bi kedê derbas dibe. Em her tim dixebitin. Kar zehmet e lê em tenê bi karekî re mijûl nabin.  Li malê jî ez kar dikim, pez didoşim, nan çêdikim, penîr û mast çêdikim. Li sewalan dinêrim. Ez ji gund hez dikim. Hewaya gund paqij û xweş e.”