Qedexeya derketina derve bandora neyînî li ser jinan dike 2021-05-08 09:04:14   WAN - Li dijî belavbûna vîrûsa koronayê qedexeya derketina derve hat îlankirin. Welatî ligel qeyrana aborî, xizanî û betaliyê neçar man ku li malê bimînin. Li malêmayîn jî bêtir bandora neyînî li ser jinan kir. Ji bo jinan dem nîne ku bêhna xwe vedin.   Di çarçoveya tedbîrên pandemiyê de bi biryarnameya serokomariyê navbera 29’ê nîsan û 17’ê gulanê qedexeya derketina derve hat îlankirin. Bêguman yên herî zêde ji vê pêvajoyê bandor dibin xizan û jin in. Betir di vê pêvajoyê de kar û barê jinan zêdetir dibin. Li Wanê jî jin heman tiştî dijîn. Jin 24 saetan xizmetê didin ferdên malê û tu carî jî karê jinan xilas nabe.    ‘Karê me yê rojane gelek e'    Selma Şîpal, ji aliyekî pez xwedî dike, aliyek xaliyên xwe dişû û paqijiya malê dike. Selmayê ku xwe digihîne gelek karî, diyar dike ku dema wê tune ku bêhna xwe bide û got: “Karê me tu carî naqede. Karê malê, karê baxçe û xwedîkirina sewalan hwd. Ez nikarim bêhna xwe bidim lê dîsa jî kêfa min xweş e.  Min di meha sibatê de li baxçeya xwe serayek çêkir. Şitliên firingî, balcan, xiyaran danî. Ez tovên sala borî davêjim û piştre wan şitilan difroşim. Carna lêçûna xwe dernaxe. Lê ez ji bo debara malê neçarim ku wî karî bikim."   ‘Vîrûs nekuje jî em ê ji birçîbûnê bimrin’   Reyhan Kiyak jî ber deriyê xwe hirî raxistiye û derbarê pandemiyê de wiha nêrînê xwe ji ajansa me re anî ziman: "Kar tuneye, tiştek tuneye û betalî heye. Pandemiyê dikin hincet. Heke vîrûs me nekuje dê birçîbûn me bikuje. Em 4 kes in, hevjînê min naxebite û em nikarin debara mala xwe bikin. Bi dayîna çend kuruşan jî welatiyan tînin lîstikê. Hevjînê min hemaliyê dike û rojane pere qezenç dike lê ji ber qedexeyê nikare bixebite."    Reyhan, di axaftina xwe de bal kişand ser karê ku li malê dike û wiha got: "Bi qedexeyê re her kes li malê ye. Ji ber vê sedemê jî karê me qet naqede. Em serê sibehê heta êvarê xizmetê dikin. Her wiha mêran re roj derbas nabe. Em li malê her tim şer dikin. Ji ber ku kar nîne em nikarin debara xwe bikin, em nikarin fatureyên xwe bidin. Ev tişt jî dibe sedema pevçûna me."