'Em kartol û pîvazan naxwazin, ger hûn rast bin kar bidin me' 2021-05-02 09:01:34     Medya Uren   MÊRDÎN - Karkerên demsalî yên ku çandiya kartol û xiyaran dikin dibêjin em beramberî keda xwe nastînin lê îqtidar berhemên wê keda me bi hêsanî belav dike. Karkeran gotin bila li şûna kartolan piştgiriyê bidin karkeran û xwediyên erdan.   Li tirkiyeyê her ku diçe qeyrana aborî mezin dibe û bi taybet jî xwediyên erdan ên ku li benda piştgiriyê ne zehmetiyan dijîn. Yên ku kedê didin û zehmetiyê dijîn ew in jî lê beramberî keda xwe ne ew digirin ne jî karkerên li gel wan dixebitin. Îqtidara AKP’ê Mêrdîn di nav de li gelek bajarên kurdan kartol li welatiyan belav kirin. Lê karkerên demsalî li hemberî vê bi bertek in û dibêjin li şûna belavkirinê bila piştgiriyê bidin xebatkarên ku neçar in ji şefeqê heta şevê çandiniya kartolan dikin, bikin. Karkeran got ew xizan in divê alîkarî ne bi belavkirina kartolan bi awayekî cidî û baştirîn bê kirin. Her gotin ew heta dereng li ber tavê bi heqdestekî kêm dixebitin lê berambarê keda xwe nagirin.    Li navçeyên Qoser, Nisêbîn û Dêrikê malbat zêdetirîn bi karê demsalî debara xwe dikin. Bi taybet jî di vî çaxî de diçin bajarên tirkiyeyê yên ku çandinî lê tên kirin an jî bajarên cîran. Ger derfet hatiban dayîn xwediyên erdan wê li van navçeyan bi xwe jî bikariban çandiniyê bikin. Ji ber ku xaka wê dewlemend e. Hîna nû hinek xwediyên erdan dest bi karên çandiniyê kirine. Lê ji ber qeyrana aborî û bi bihabûna tov, av, ceyran û her wekî din ew nikarin sûdê ji karê xwe bigirin. Li gorî wê karkerên demsalî yên ku li gel wan dixebitin jî heqdestekî kêm distînin. Bi taybet jî ji sedî 90’ê wan karkeran jin in û ew ji ber vê rewşê bi bertek in.    'Em nikarin bi keda xwe tenekeyek dohn bistînin'   Medîne Ozcan a 60 salî ye rexmê temenê xwe hîna vî karî dike wiha qala zehmetiya karê xwe dike: "Em ji şefeqê de dest pê dikin heta derengê êvarî li ber tavê berdewam dikin. Em di bin şert û mercên zehmet de dixebitin, lê mixabin em beramberî keda xwe jî nastînin. Ji şefeqê heta êvarê em 70 lîreyê tirkî digirin. Roja me bi tenekeyek dohn jî nayê. Enceq em 4 rojan bixebitin ku em bikaribin tenekeyekî dohn bigirin. Em ji zarokatiya xwe ve tên vir. Berê em diçûn derveyî bajêr. Niha li vir kar biqede em neçarin herin derveyî bajêr. Niha ev derfeta ku em li nêz dixebitin heye jî şansek e."   'Em birçî ne, kîloyek kartol me têr nake'   Medîneyê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku pêwîst e derfetên xebitê were dayin û wiha berdewam kir:"Divê dewlet piştgiriyê bide xwediyên erd û karkeran. Lê her carê karker tên jibîrkirin û yên xizan jî ew in. Qeyrana aborî tê lê kes halê me di vê qeyranê de nizan e. Em birçî ne. Kîloyek kartol me têr nake. Em li vir vê zehmetiyê dikşînin li wir jî ew kartolan belav dikin. Em kar dixwazin, em dixwazin derfet werin afirandin. Xaka me jî dewlemend e. Piştgiriyê bidin cotkar û xwediyên erd."   'Em beramberê keda xwe nagirin'   Gulîstan Esen berê di şaredariyê de dixebitî lê piştî ku qeyyûm tayînî şaredariyê hat kirin ew jî ji kar hate avêtin. Gulîstanê dibêje bi her hawî ew mexdûr dibin û wiha berdewam dike: "Ez dayika 4 zarokî me. Min doza hevberdanê dabû destpêkirin. Di wê pêvajoya min a herî zor de min ji kar avêtin û min mexdûr kirin. Ez ji bo wan zarokan mezin bikim, bi şev û roj li çolan dixebitim. Ez card in nikarim debara xwe bikim. Em nikarin weke wan diziyê jî bikin. Xudê ji wan re nehêle. Her roja zarokên min birçî dimînin bila gunehên di stûyê yên dibin sedem de bin. Ji ber ku ez ji şefeqê heya dereng di nav axê de me û beramberê wê jî kêm digirim."   'Em kartol û pîvazan naxwazin'   Gulistanê wiha bi dawî kir:"Salê 6 mehan em dixebitin û mehên din jî pereyê me kom kiriye em dixwin. Her wiha em dikevin bin deynan jî. Em qala debarê dikin. Diçin kartol û pîvazan li gel belav dikin. Ew gel nikare dohn bigire da ku wan kartol û pîvazan çêke. Ev şov û derew in. Ka hûn alîkariyê dikin? Em karkerên erdan e. Em birçî ne. Bi salane kesî dengê me nebihîst û her ku diçe rewşa me xirabtir dibe. Em kartol û pîvazan naxwazin. Em ji derewên we têr bûne. Ger hûn rast bin kar bide me."