Li Îzmîrê tevî êriş û astengiyan 1'ê Gulanê hat pîrozkirin 2021-05-01 16:50:15   ÎZMÎR - Tevî astengiyan li gelek navçeyên Îzmîrê yekê gulanê hat pîrozkirin. Her wiha di êrişa polîsan de 20 kes hatin binçavkirin.    Polîsan êriş birin ser pîrozbahiya 1'ê Gulanê ya hat xwestin li Kolanên Şehîdên Kibrisê û li Qada Konakê bê kirin. Di daxuyaniya ji aliyê Sendikaya Umutê  ve hat dayin de polîsan êriş kirin bi lêdanê 7 kes hatin binçavkirin.    Li Qada Konakê endamên Kaldiraçê xwestin pankartên têkildarî 1'ê Gulanê hilgirin lê belê polîsan êrişî wan kirin û 3 kes hatin binçavkirin.    Buca   Însiyatîfên 1'ê Gulanê xwestin li Bucayê ji bo yekê gulanê çalakiyê li dar bixin lê belê polîsan destûr nedan. Kesên ji aliyê polîsan ve bi kelepçeyên berovajî hatin binçavkirin dirûşmên "Her der serhildan e her der 1'ê Gulanê ye"  berz kirin. Di êrişa polîsan de 8 kes hatin binçavkirin.    2 endamên însiyatîfê yên xwestin çalakiyê li dar bixin li Bucayê hatin binçavkirin.    Bayrakli   Tevî qedexeyan li Bayrakliyê jî kedkar derketin qadan. Hêzên Têkoşîna Hevpar  (BMG) û Partiya Sosyalîst a Bindestan pankarta "Em qedexe û barîkatan derbas dikin bijî 1'ê Gulanê" hilgirtin. Di daxuyaniyê de banga mezinkirina têkoşînê hat kirin.    Menemen   Li Menemenê jî însiyatîfa 1'ê Gulanê çalakî li dar xist. Bi pankarta "Bijî 1'ê Gulanê" endamên însiyatîfê meşiyan. Gelek kesên li malan piştgirî dan.