‘1’ê Gulana îsal a kedkarên tenduristiyê ye’ 2021-04-29 09:05:18   Sevîm Sutçu   ENQERE - Kedkarên jin li dijî krîza aborî, krîza perwerde û krîza tenduristiyê ya bi pandemiyê re girantir bûye têdikoşin, diyar kirin ku wê di 1’ê Gulanê de li qadan dengê xwe bilind bikin.    Di salên dawiyê de ji ber pandemiyê krîzên tên jiyîn bandorek mezin li ser civakê dike.  Bêguman yên herî zêde bi bandor dibin jî dîsa jin in. Kedkarên jin li welat ev saleke ligel krîza aborî û perwerdê bi pandemiyê re têdikoşin. Her çiqas îsal di 1’ê Gulanê ev sal wek sala xebatkarên tenduristiyê bê dîtin jî, jinên kedkar yên hem barê malê hilgirtin û hem jî heqdestê wan kêm bû, jiyana wan veguherî kaosê. Pandemiyê herî zêde bandor li ser aborî, perwerde û tenduristiyê kir. Karkera paqijiyê ya li nexweşanê dixebite Reyhan Karedelî, mamosteya pêşdibistanê Fatoş Kilinç û jina bi navê Elîf Goçlu Çakir ya ji ber pandemiyê betal li malê ne ji ajansa me re pêvajo nirxandin.   ‘Li nexweşxana divê karê paqijiyê bi layîkî pêk bê’   Reyhan Karadelî li Enqereyê dijî 49 saliye û dayika du zarokane. Ev 10 sal in li Nexweşxana Îbnî Sîna a Zanîngeha Enqereyê wek karkera paqijiyê dixebite û endama Sendîkaya Karkerên Tenduristiyê a Şareşger e (Dev-Saglik Îş) e. Reyhan têkoşîna xwe ya di pêvajoya pandemiyê de vegot. Reyhanê diyar kir ku wê nizanibû ku kedkarên tenduristiyê yên li nexwexaneyan dixebitin di bin evqas şertên zehmet de dijî û wiha got: “Dema min nû dest bi kar kir ez karkera taşeronê bûm. Endama şîrketê bû. Min wê demê nizanibû şert evqas zehmetin. Lê ev kar biçûk tê dîtin. Ji xwe em di şertên giran de dixebitin. Ji ber pandemiyê bar hîn bêtir giran bû. Karê paqijiya nexweşxanê girane. Hem tirsa nexweşketinê, hem tirsa ku ev nexweşî bê belavkirin û hem jî karê wê. Mirov neçarin karê paqijiyê bi layîkî bikin. Ji ber pandemiye û divê mirov baldar bikin.”   ‘Ez di alî psîkolojîk de pir westiyam’   Reyhan destnîşan kir ku di 7’ê hezîranê de bi covîdê ketiye û wiha pê de çû: “13 rojan li nexweşxanê ma. Kurê min ji bo ezmûna zanîngehê xwe amade dikir. Ji ber zirar negihêje wî ez ji zarokên xwe dûr li nexweşxanê mam. Min nexweşî li wir derbas kir. Ez her roj giriyam. Min got gelo derbasî zarokên min bûne an na. Her ku ez baş bûm ez ketim depresyonê. Psîkolojiya min bi bandor bû. Di alî psîkolojîk de min xwe westandî hîs kir.”   ‘Ji ber ku me mafê xwe xwest em hatin binçavkirin’   Reyhanê balkişand ser karê li nexweşxanê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li hemû saziyên din saetên xebatê pêk hatin lê ji bo xebatkarên tenduristiyê pêk nehat. Berovajî vê saet hatin dirêkirin, heqdestê me hat kêmkirin, peymanên komî hatin kirin, lê mafên me xwarin. Ji xwe pêvajoyek zehmet bû. Mafên divê ji bo me bihata dayîn nedan. Despêka pandemiyê de wezareta tenduristiyê pereyê bihata dayîn aşkera kir. Lê ev nedan me. Me xwest em li ber nexweşxanê çalakiyê bikin. Wê demê em 6 kes hatin binçavkirin. Li vî welatî em bi tu awayî nikarin mafên xwe bigirin.”   ‘Bi peymana komî mafên me yên heyî jî çûn'    Reyhanê destnîşan kir ku ji ber pandemiyê di alî aborî de pir zehmetî kişandine û bi mûçeyê asgarî debare pir zehmete û ev tişt bi lêv kir: “Mûçeyê asgarî hêjayî me dibînin. Lê em hêjayî xwe nabînin. Mûçeyê me têrî tiştekî nake. Peymana komîkirin, mafên me yên heyî jî çûn. Dema em mûçeyê xwe dibêjin em şerm dikin. Lê bila yên didin me şerm bikin. Karê me girane. Ji ber vê divê mafên me bên dayîn, karê me pîroz bê dîtin. Karekerên mêr dikarin mafên xwe bi gotinî biparêzin lê em karkerên jin ne wisane. Divê em jin li her derê têbikoşin. Di pandemiyê de bêdadiyên hatine kirin wê rojekê derbas bikin. Ev pêkanîn wisa derbas nabe. Wê rojekê ev hemû sererast bibin, bê guman ev tenê sererast nabin. Em ê têbikoşin. Ez bangli hemû kesî dikin ku têbikoşin. Em jin in, em karkerên em kedkarin, me her tim bi têkoşînê nanê xwe qezenc kir. Têkoşîn teşeyê jiyana me ye.”   Reyhanê balkişand ser 1’ê Gulanê Cejna Karkeran û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Heta 17’ê gulanê biryara qedexeyê hat girtin. Em van qedexeyan rast nabînin. Di esasê de em tam girtinê diparêzin. Lê li Tirkiyeyê li Enqeryeê kongreyên mezin tên kirin. Ji ber vê jî di 1’ê Gulanê de li hewaya vekirî dikare cejn bê pîrozkirin. Em dixwazin ku xwedî li karker û kedkaran bê derxistin. Ev sal sala kedkarên tenduristiyê ye. Em di 1’ê Gulanê de her kesî vexwendiyê qadan dikin.”   ‘Zarokên pêşerojê êdî zarokên pandemiyê ne’   Fatoş Kilinç ya 15 sal in di şaredariya Çankayayê de mamostetiya pêşdibistanê dike û di heman demê de di rêveberiya şaxa hejmar 1a Genel Îş a DÎSK’ê de cih digire, di pandemiyê de rewşên ku ew dane zorê wiha vegot: “Zarok bi rûpûş hatin dibistanê û nedîtina mîmîkên zarokan hem bandor li ser wan hem li ser me kir. Em ji perwerdehiyê wêdetir, zarokan ji bo pêşdibistanê amade dikin. Lê di vê pêvajoyê de em nikarin zarokan amade bikin. Em xwe zêdetir wek kesên li zarokan dinêrin hîs dikin. Ev jî bandor li performansa me dike. Di salekê de gelek tişt guherîn. Zarok hepsê malê bûn. Zarokên pêşerojê êdî bûne zarokên pandemiyê. Perwerdehiya pêşdibistanê bi giştî kuştin. Bi taybet li dibistanên taybet, kreşan perwerde evqas guheriye ku, ji bo wan zarokên biçûk perwerda olî tê dayîn. Lê ev ne raste. Zarok dema gavê davêjin ciwaniyê divê ew bixwe biryara xwe bidin. Lê îro em dinêrin di malperên perwerdê de ji bo zarokên pêşdibistanê, peyamên qendîlê, qertên qendîlê, nimêjkirin tên fêrkirin. Pêvajoya pandemiyê baş nehat birêvebirin. Ev salek û nîv e em têdikoşin. Niha dibistan ji bo pêşdibistanan re vekiriye lê jib o kesên di bin temenê 16’î de girtiye. Di vir de naqokiyek heye. Ne mamoste, ne malbat û ne jî civak nizanin çi bikin. Ji ber ku qedexeyên tînin jî ne aşkera û zelal in. Dibistan sê rojan tê vekirin 5 rojan tê girtin.”   ‘Asosyalbûn ez westandim’   Fatoşê got ew her çiqas beramberê kedê bigirin jî di alî manewî de beramberî tu car negirtine û ev tişt anî ziman: “Zarokên ku dê û bavê wan pê re eleqeder nabin em pê re eleqeder dibin. Em perwerdê didin. Em di şertên zehmet de kedê didin. Şert bi rastî zehmetin. Mînak heta 6 mehan ez bi keça xwe ya 4 salî re li malê bûm. Piştre dibistan vebûn, me nizanibû em çi bikin. Ji ber kesên nexweşiya wan ya kronîk heye nedixebitîn, hinek kom dixebitin hinek nedixebitîn. Li aliyekê din jî ew zarokên bêgûneh teslîmê me dihatin kirin. Wek jinekê, wek dayikekê em neçar man xwe bigihînin her derê. Van em westandin û asosyalbûnê em westandin. Her wiha di pêvajoya pandemiyê de hem ez hem hevjinê min xebitî. Tevî vê me zehmetî kişand. Gelo ev kesên naxebitin çawa debara xwe dikin. Kesên karkerên wan hatin girtin çawa debara xwe dikin? Bi rastî ez mereq dikim. Ji ber pirsgirêka debarê li sîteya mobîlyayan hejmara kesên întîxar kiriye derket 22’an. 1’ê Gulanê ne tenê cejna karkerane. Cejna têkoşînê ye. Ez dixwazim di 1’ê Gulanê de li qadan bim. Desthilatdarî li gorî xwe tevdigere. Ger ku li Enqereyê kongre hatibin kirin em jî dixwazin li qadan bin. Bijî DÎSK, bijî Genel Îş.”   ‘Ez nikarim kirê û fatureyan bidim’   Elîf Gozlu Çakir ku berê saziyek perwerdê ya taybet dixebitand diyar kir ku bi lêpirsînên cemaatê re baweriya mirovan nemaye û saziya xwe jî ji ber vê neçar maye bigire û got: “Min 5 sal berê saziya xwe girt. Ez betal mam. Ez her çiqas xwedî tecrube û hîndekar bim jî her carê ji ber temen min kar nedît. Ez 48 salî me. Yên xebatkaran digirin jî ciwanan dixwazin. Ji ber pandemiyê betal mam. Ji ber pandemiyê jiyan zehmet bû, ez nikarim kirê û fatureyan bidim. Em nikarin tu hewcedariyên xwe bînin cih. Me serlêdana alîkariyê kir lê ji me re derneket. Dokumana sîgorteya min heye. Min mêze kir ku ez dikarim teqawît bibim an na. Lê cihên ku ez lê xebitîme, 15 rojan xebitandî nîşan dane 15 rojan nîşan nedane. Li gorî EYT girîng e. Ez 48 salî me. Lingê min rastî nebaşe nikarim li ser piyan bisekînim. Lê nikarim rapora astengdariyê jî bigirim. Ez ji 18 saliya xwe heta niha dixebitim. Min hinek maf qezenc kiriye li gorî min. Ez sibehê 8’an de diçûm kar heta 10’ê êvarê dixebitim. Ez dixwazim keda ku min heq kiriye bigirin. Divê ez jî teqawît bibim. 1’ê Gulanê mafê min yê herî xwezayî ye. Dixwazim pîroz bikim.”