Li ser sofreya fitarê 16 roj e heman xwarin heye 2021-04-28 09:04:15   Hîkmet Tunç   WAN - Jinên ku li gel kêfxweşiya ber tavoşkê destkariyê dikin û gore çêdikin di fikra ku wê êvarê çi şîvê çêbikin de ne.  Lê tu alternatîfa wan tune ye û mecbûrin ji tunebûnî her roj heman xwarinê çêbikin...    Meha ramezanê cara duyemîn e di bin siya pandemiyê de tê derbaskirin û mijara li ser sofreyê jî krîza aborî ye. Qrîza aborî ya ku her roj girantir dibe bandora xwe li ser soferyan jî dike. Ji ber bûhabûna cureyên xurekê kesên birçî li ser sofreyê rûdinên dîsa ji tunebûnî birçî radibin. Li Taxa Suphan a Artemêta Wanê jinên ku li benda saeta firtarê ne ji aliyekî ve jî di fikara ku wê îşev çi deynin ser sifreyê de ne.    'Tiştekî ku ji xwe re bikin şîv tune ye'   Ji jinên li taxê Besna Îlter dibêje ku hevjînê wê karê demsalî dike û karekî wî yê ku her roj biçiyê tune ye. Besnayê anî ziman k hevjînê wê li înşaetê dixebite û carna kar heye carna jî tune ye. Besnayê wiha berdewam kir: "Hemû tişt jixwe biha bû û bi hatina meha ramazanê re her tişt bihatir bûye. Hevjînê min ê ku karekî wî yê daîmî tune ye bi pandemiyê re temamî betal ma û ez nizanim ezê êvarê çi deynim ser sofrê ku em û zarok bixwin. Li malê hemû tişt qediya ye. Ji serê sibehê ve em bi cîranê xwe re jî bahsa heman mijarê dikin. Em nizanin em ê îşev ji xwe re çi şîvê çêbikin."   Ez ji sibehê heta êvarê dixebitim ji bo 50 TL'   Feyruz Yildirim jî anî ziman ku wê bi hatina biharê re li bexçeyê xwe sebze diçan lê ji ber faturaya avê ku zêde tê vê salê çandinî nekiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe, "Berê dema ku me çandinî dikir me hesabê avê nedikir. Niha fatureyên avê gelek zêde tên.  Berê ez ji aliyekî ve jî bi jinên li taxê re diçûm li nav zeviyan dixebitîm. Li gel ku min 50 TL digirt jî min gelek pêdiviyên xwe pêk tanîn lê niha her tişt biha bûye û hîna demsala ku em li nav zeviyan bixebitin jî neahtiye.    Feyruzê wiha axaftina xwe bi dawî kir, "Me sînorê birçîbûnê derbas kiriye û em di binê vî sînorî de têkoşîna jiyanê didin. Ji neviyên min du jê nikarin bibihîz in û biaxivin. Neviyên min heta êvarê bi me re birçî dimînin û dema ku di be êvar jî nizanim ku ez çi şîvê çêbikim. Tiştekî ku bikim şîv tune ye .Herî zêde dikarim şorbe an jî savarê çêbikim."