Esnafên jin: Em naxwazin vegerin malên xwe 2021-04-28 09:02:25   Sema Çaglak    AMED - Esnafên jin ên Amedê bal kişandin ser bandor qeyrana aboriyê û gotin: "Bi pêvajoya pandemiyê re bêtir rewşa me xirab bû. Em nikarin danûstandinê bikin û em nikarin fatureyên xwe bidin. Bi vî rengî gelek jin neçar dimînin ku carek din vegerin malên xwe lê em naxwazin vegerin malên xwe."   Bi belavbûna şewba vîrûsa koronayê (Covîd-19) re li Tirkiyeyê qeyrana aborî roj bi roj kûr dibe. Buhabûna tiştan, bêkarî, girtina kargehan, destûra bêpere û muçeyên kêm li ser welatiyan bandorekî mezin dike. Êdî welatî nikarin rojane debara xwe bikin. Her wiha esnafên ku zêdetirî dikevin bin bandora qeyrana aborî hewil didin ku kireyê û fatureyên xwe bidin. Têkîldarî mijarê esnafên jin ji ajansa me re axivîn.   ‘Ji ber qeyranê neçar im ku dikana xwe bigirim’   Dîlan Dogana a ku 7 sal in karê eywana bedewiyê dike ji ber qeyrana aborî neçar maye dikana xwe digire û got: “Wekî her esnaf ez jî ji qeyrana aborî gelek bi bandor bûm. Di destpêka şewba koronayê heya niha em bi awayekî zorî kirêyê xwe didin an jî fatureyên xwe didin. Her wiha cih hat me mûçeyên xebatkarên xwe ji bêrika xwe da. Ji ber ku ne alikariyek ne jî piştgiriyek hat dayîn. Ez ê heta ku derê dikanê bi vî awayî birêve bibim. Jixwe em di pêvajoyekî gelek xirab de derbas dibin, ev qeyran jî bandora xwe li ser me du qat zêdetir dike. Ev ne tenê ji bo min derbasdar e, ji bo hemû esnafan jî derbasdar e.”   ‘Di vê pêvajoyê de herî zêde esnafên jin bi bandor bûn'    Dîlan got dewlet di aliyê aboriyê de hêviyan vala dide û wiha pêdê çû: “Dewlet kongreyan li dar dixe û di aliyê pirsgirêkên aborî de gotinên erenî dibêje lê rewşa esnaf û welatiyan li holê ye. Ez wek esnafek dibêjim ku tiştekî berbiçav tune ye. Ji bo esnafan alikariyek nîne û her ku diçe rewş xirabtir dibe. Di heman demê de îro li vî welatî jin di nava şert û mercên dijwar de dixebitin. Xebata jinan di aliyê qada aboriyê de gelek bi mûhim e. Lê heke jin ji vê qadê bên vekişandin dê dîsa di hundirê malê ve bên bi sînorkirin."   ‘Em îro di vê rewşê de ne dê sibê xirabtir be’   Dîlan anî ziman ku ji ber qeyranê wekî gelek kesan kredî kişandiye û deyn kiriye, wiha got: “Em esnaf mexdûr in. Divê piştgiriyek bê dayîn. Min jî deyn kir û kredî kişand û divê mehekê piştre krediya ku sitendiye bidim. Divê ev rewş bê çareser kirin lê êdî hêviya gel nema ye. Ji ber ku hêviyek nayê dayîn an jî hêviyên vala tê dayîn. Lê ev rewş ne tenê di stûyê pandemiyê de ye. Beriya pandemiyê de jî qeyranek heyî hebû. Gelek tişt jixwe bûha bibûn û pereyê tirk jî nirxa xwe winda dikir. Lewra li gorî min divê ewilî rayedaran aboriyê sererast bikin piştre jixwe heke aborî bê sererast kirin wê rewşa esnaf û welatiyan jî dê baş be. Em îro di vê halê de ne wê sibê çawa be? Gava ji wir de lê tê nerîn, rewşa me xuya nake lê heke serdana esnafan bê kirin ew çaxê rewşa esnafan xwe berbiçav dike.”   ‘Em nikarin fatureyên xwe bidin'    Hanim Ay jî dikana wê heye û wiha bal kişand ser qeyrana aboriyê: "11 sal in ez karê xişirfiroşî û xeml û xişikê dikim. Em gelek zehmetî dikşînin. Her wiha ji ber qedexeyan em nikarin karê xwe bikin. Jixwe berê de jî rewşa me xirab bû. Lê niha ev pandemî zêdetir rewşa me xirab kir. Em ne dikarin fatureyên xwe bidin ne jî dikarin kireyê xwe bidin. Hem esnaf hem jî welatî di rewşekê pêrîşanê de ne. Dewlet milyarek alikarî da lê ka ew têra çi dike. Divê bi taybet ji bo esnafên jin piştgiriyek bê dayîn."   ‘Niha şûnde em çi bikin jî vala ye’   Guneş Aksoy ku karê pêlavfiroşiyê dike wiha behsa rewşa heyî kir: "Min di dema pandemiyê de dest bi kar kir. Di pêvajoyek nebaş de biryar da. Lê dîsa jî min bi qasî ku ji destê min hat xwe îdare kir. Ji ber ku dibistan hatibûn betal kirin, her wiha ji ber qedexeyan gelek berhemên min di depoyê de man. Nehatin firotin. Heta zivistanê min îdareya xwe kir lê niha rewş zehmet bû. Niha ji vê saetê şûnde ez ê çi bikin jî êdî vala ye. Di her qadê de bûhabûnek mezin heye. Hinek di aliyê derûnî de jî rewşa welatî û esnafan gelek xirab e. Em êdî nizanin çi bêjin û çi bikin.”