Baxçeyên Hewselê ji bo gelek malbatan çavkaniya debarê ye 2021-04-27 09:01:32   Sema Çaglak    AMED - Baxçeyên Hewselê bi bereketa xwe her tim bûye çavkaniya debara malbatan. Bi hatina biharê re malbat berê xwe didin Hewselê û dest bi çandiniyê dikin.    Bi hatina biharê re li Baxçeyên Hewselê ya Amedê dema çandiniyê dest pê dike. Baxçeyên Hewselê ya ku bi nav û deng ji gelek malbatan re dibe çavkaniya debarê. Malbat niha berê xwe didin Hewselê û dest bi çandiniya zebze û şinkatiyê dikin.    ‘Baxçeyên hewselê çavkaniya debara me ye’   Hilmiye Aslan a ku pîvazan diçand wiha behsa karên xwe kir: “Hewsel ji bo me gelek bi qîmet e. Ez û hevjînê xwe her sal biharê tên li vir û dest bi karê çandiyê dikin. Em sebze qasî têra malbata xwe datînin. Piştre gava çêbûn em wan berhev dikin û dixwin an jî hişk dikin ku ji bo demsalek din bikar bînin. Me pêşî pîvazan danî, piştre xetan çêkir û şitilan danî. Firîngî, îsot, balîcan, zebeş, xiyar û kundir me danîn. Helbet zehmetiya karê me heye lê ji aliyek din jî kêfxweşiyek dide me. Em ji karê xwe hez dikin."   ‘Spîndar xemla Hewselê ye’   Makbûle Cengîz jî gel malbata xwe hatiye seyranê û di heman demê de jî spîndar diçand. Makbûle bi taybetî spîndaran re mijûl dibe û wiha qala taybetmediya spîndaran kir: “Li Hewselê zêdetirî darên spîndaran heye û bi şînahiya xwe xeml dide Hewselê. Her wiha gelek zû mezin dibe loma zêdetirî tê çandin. Bi xweşikbûna hewayê em jî tên vir hem seyranê dikin hem jî spîndaran datînin. Em qadên ku hişk bûne dibînin û çiqilên daran datînin.”   ‘Karên baxçeyê kedekê mezin dixwaze’   Yildiz Bartin jî da zanîn ku 2 meh beriya niha dest bi karên çandiniyê kirin e û wiha got: “Karê baxçeyê hem zehmet e hem jî kedekê mezin dixwaze. Heke mirov lê nenêre wê baş çênebin. Em serê sibehê tên heta êvarê li vir dixebitin û bi vê karê mijûl dibin. Em berê dikolin, cihê wan çêdikin. Piştre şitilan digirin û wan şitilan di rêza xetan ve datînin. Niha pîvazên me şîn bûne. Îro jî em ji bo çandina şitilên firîngî û balîcan û îsotan hatin. Her wiha kûzele (roka) û marulên me jî şîn bûne. Li vir êdî ji bo me bûye wek çandek. Gelek malbat tên Hewselê. Gava em karên xwe dikin bi malbatan din re jî dikevin têkiliyê û li vir ji wextên me xweş derbas dibe."