'Em ê di 1’ê Gulanê de li qadan bin' 2021-04-21 14:00:22     STENBOL - Bi minasebeta 1'ê Gulanê DÎSK, KESK, TMMOB û TTB daxuyaniyek da û her kesî vexwendin pîrozbahiyên 1’ê Gulanê.    Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Cemaweriyê (KESK), Yekîtiya Odeyên Endezyar û Avahîsaz a Tirk (TMMOB) û Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB), li avahiya Odeya Avahîsazan a Şaxa Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist û bernameya pîrozkirin û bîranîna 1’ê Gulanê eşkere kirin. Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû, Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk, Seroka Konseya Navenda TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci û endamê Desteya Rêveberiya TMMOB’ê Tores Dînçoz beşdarî civînê bûn.    Daxuyaniya hevpar ji hêla seroka DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû ve hat xwendin. Arzû, bi bîr xist ku ji ber rewşa pandemiyê par 1’ê Gulanê bi girseyî nehat pîrozkirin û kedkaran daxwazên xwe yên kar û ewlehiya civakî di pandemiyê de jî anîne ziman.    Arzû, da zanîn ku ev pergal kedxwariyê dike û şeran li pêş dixe û krîza aborî kûr dike û wiha got: "Em banga mezinkirina têkoşînê dikin. Ew ê dest ji mafên xwe yên jiyanê bernedin û her ku diçe di kar û xebatan de bêmîsogerî zêde dibe û karker û kedkar nikarin debara xwe bikin û ew dixwazin dawî li bêkariyê were."   Arzû, anî ziman ku di pêvajoya pandemiyê de li rex newekheviyên çînan, newekheviya civakî jî kûr dibe û bi vê newekheviyê re tundiya li ser jinan jî zêde bûye û wiha axivî: "Li şûna jin di vê pêvajoyê de werin bihêzkirin, destkeftiyên jinan ên wek Peymana Stenbolê dibin hedefa îqtîdarê."   Arzû, destnîşan kir ku rêveberên welat dixwazin deng, daxwaz, hêvî û têkoşîna karker û kedkaran bi qedexeyan bêdeng bike. Arzû zanîn ku ew ê di çarçoveya tevdîrên pandemiyê de û rewşa mesafeyê li ber çavan bigirin cejna xwe pîroz bikin. Arzû anî ziman ku îqtidar dixwaze her cûre çalakî û şahiyên wan ên di navbera 30’ê nîsanê û 1’ê Gulanê qedexe bike.    Arzû, anî ziman ku yên li vî welatî herî dawî aqil bidin rêxistinên karker, kedkar, endezyar, avahîsaz û hekîman îqtidara siyasî ye û pêdiviya wan ne bi aqil û zanista qedexekirî heye û ew ê li gorî zanist û têkoşîna xwe tevger bikin. Arzû destnîşan kir ku ew ê ji bo jiyanek bi tenduristî, bi mîsogerî û mirovane dê “Her roj bêjin 1’ê Gulanê” û wê her 1’ê Gulanê mezin bikin û qûrbaniyên 1’ê Gulanê bibîr bînin.    Arzû, bang li rayedarên welat kir û got: “Dûrî aqilan, li derveyî zanistê û dijî hiqûqê nekevin nava hewldana astengiyan. Kes nikare 1’ê Gulanê asteng bike. Dema karker û kedkar dixebitin vîrûs nayê tespîtkirin, lê dema 1’ê Gulanê were pîrozkirin vîrûsê tespît dikin. Em ê li her deverê û li ber her kargehê 1’ê Gulanê pîroz bikin.”    Seroka TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci jî destnîşan kir ku îqtidar di her kêliyê de dixwaze krîzan ji xwe re veguherîne fersendan û lê ew ê li gel hemû astengî û şertên pandemiyê de jî dê dengê xwe bilind bikin.    Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk jî anî ziman ku karker û kedkar wê li gorî şertên pandemiyê roja 1’ê Gulanê li her devera Tirkiyê daxwazên xwe bînin ziman.    Rêveberê TMMOB’ê Tores Dînçoz jî got tevî hewldana astengiyan jî wê di qûrbaniyên 1’ê Gulanê bibîr bînin û pîrozbahiyên xwe li dar bixin.