Nevîna ku mobîlyakariyê dike: Bila jin hebûna xwe li her qadê nîşan bide 2021-04-18 09:01:33     Sema Çaglak - Şehrîban Aslan   AMED - Nevîn Çiftçî karê mobîlyayê dike û ji bo wê divê jin xwe ji têgehên zayendperest rizgar bikin û got: "Ez li dijî gotinên 'ev ne karê jinê ye biçe dikana kuaforê veke çêtir e' derketim. Jixwe tu kes bi hêsanî nayê cihekî û bila jin hebûna xwe li her qadên jiyanê nîşan bidin."    Ji bo jinan yek ji qadekê herî girîng qada aboriyê ye ku ji bo aboriya serbixe bi sala ne têkodikoşin. Jinên ku li dijî têgehên zayendperest xwe rizgar dikin di gelek qadên jiyanê de cih digirin û bi vî awayî hebûna xwe di karên curbicur de nîşan didin. Yek ji wan jinan jî Nevîn Çîftçî ye ku karê mobîlyakariyê dike. Nevîna ku bi eslê xwe ji Dêrsîmê ye ev 2 sal in li Amedê dijî. Nevînê ji ajansa me re qala karê xwe kir.   ‘Dayika min ji min re bû mînak'    Nevîn destpêka axaftina axaftina xwe de bal kişand li ser karê xwe û got: “Hinek pereye min a komkirî hebû. Rastî karekê bi vî awayî qet di hişê min de tune bû. Lê belê bi pêşniyara çend hevalan li ser karê mobîlayakariyê fikirîm û ketim nava lêgerînê. Piştre min dikanek vekir û dest bi vê karê kir. Di destpêkê li dijî karê min gelek nerînên zayendperest hebûn. Ango kesek qebûl nedikir û bawer nedikirin ku jinek karê mobîlyayê bike. Hertim ji min re gotin 'ev ne karê jinan e, te kuafore vekir a çêtir bû'. Lê tevî van nêzikatiyên zayendperest min dev ji karê xwe berneda. Diya min hertim ji min re qala wekhêviya jin û mêran dikir û li gorî wê di karan de cudawaziya jin û mêr tune bû. Min jî diya xwe ji xwe re wek mînak girt. Ji ber ku min xwest ew qalibên zayendperest ya li ser xebata jinê bişkenîm."   ‘Ez ji karê xwe hez dikim’   Nevînê destnîşan kir ku ew ji karê xwe bi şanaz e û wiha pêde çû: “Hişmendiya serdest a mêr sekna min qels nekir. Ji ber ku li gorî min hem jin hem jî mêr dikarin heman karê bikin. Ev kar ne xeyala min bû. Lê min pêngavek avêt û niha ji karê xwe gelek hez dikim. Helbet dijwarîtiyên vê karê jî hene. Ji ber ku xebata ligel mêran re rastî jî zor e. Mixabin hêj jî di karên bi vî awayî de xebata jinê di pîyasayê de ji aliyê mêran ve nehatiye pêjirandin. Min gelek caran xwest bi jinan re bixebitim. Lê mixabin ev hişmendî ne tenê di nava mêran de heye. Di jinan de jî heman hişmendî heye. Gelek jin dibêjin 'Ev karê mêran e, em ê çawa kar bikin?' Ji bo ku ev hişmendî naşkê mixabin di gelek karan de mêr hene."   ‘Jixwe tu kes bi hêsanî nayê cihekî'    Nevînê anî ziman ku ew xwe bi hêz hîs dike û jixwe bi bawer e û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ew 7 meh in vê karê dikim. Bi sekna xwe ji gelek kesan re bûm mînak. Pêvajoya min a perwerdeyê bi temaşekirinê pêk hat. Min hoste û hevalên xwe yên ku vî karî re mijûl dibûn temaşe dikir. Bi vî awayî fêr bûm. Hostaya min ji kar derket û ez bi tena serê xwe mam. Bi vî awayî min hewil da ku ez çêkim. Piştre min dît ku ez jî dikarim çêkim. Belê gelek caran ku ketim zorê jî lê min tu carî negot bes e. Jixwe tu kes bi hêsanî nayê cihekê."   ‘Bila jin hebûna xwe li her qadê nîşan bidin’   Nevînê destnîşan kir ku jinên esnaf di karên xwe de serkeftî ne û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Çend roj berê ji bo kirîna alavên dikanê çûm gel esnafekî. Zilam ji min re wiha got 'Jixwe jin di karên xwe de bi durist in, ne wek esnafên mêr in' Ango baweriya wan ji esnafên jin tê. Em carek din dibînin ku heke jin bixwaze dikare li ser gelek tiştan were. Baweriya min bi vê yekê heye ku jin ji mêran bi hêztir in. Ji ber ku jin hem afirîner hem jî hilbêrîner e. Lê belê mêr aliyên jinê yên bi hêz jê distîne. Şaşitiyek gelek mezin li ser civakê heye ku jin ji hêz û vîna xwe bawer nakin. Hertim xwe dispêrin mêran. Lê ev dibe gelek astengiyên li pêşiya jinê. Loma ez hertim dibêjim bila jin bizanibin ku heke bixwaze tu hêzek nikare li pêşiya wê bisekine. Bila jin xwe bixin li her qadên jiyanê û bixebitin. Hebûna xwe li her dere nîşan bidin.”