Li Mamakê jiyana aborî 2021-04-13 09:06:24     Oznur Deger   ENQERE - Welatiyên li Mamakê dijîn li dijî xizanî û krîza aborî ya bi pandemiyê re girantir bûye, axivîn û gotin: “Qesra min tune ye, avahiyên me tune ne. Baş xerab, nîv birçî nîv têr em debara xwe dikin.”   Li Tirkiyeyê krîza aborî her diçe giran dibe û ev jî bi xwe re xizaniyê tîne. Mûçeyê asgarî yê aydê sala 2021’ê wek 2 hezar û 825 hat aşkerakirin û sînorê birçîbûnê jî 2 hezar û 652 TL , sînorê xizaniyê jî 8 hezar û 638 TL hat aşkerakirin.   12 mîlyon  kes betal in   Li gorî lêkolîna Saziya Îstatîstîka Tirkiyeyê (TUÎK) ya di 22’ê Adara 2020’an de aşkera kiriye, rêjeya betaliyê ji sedî 13.2 ye. Li gorî raporê li Tirkiyeyê 4 mîlyon û 61 hezar kes betal e. Li gorî rapora Navenda Lêkolîna Konfederasyona Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DÎSKAR) ya di 22’ê Adarê de weşand jî rêjeya betaliyê di asta ji sedî 27.4 e. Li gorî DÎSKAR’ê li welat 12 mîlyon welatî betalin.   Yek ji bajarên ku herî zêde xizanî lê tê hîskirin Enqere ye. Nifûsa Enqereyê 5 mîlyon û 663 hezar û 322 ye. Enqere hem navenda siyasetê ye hem jî ji her alî Tirkiyeyê koç girtiye. Ji ber vê jî di navbera çînan de newekhevî heye.   25 navçe û hezar û 425 taxên wê hene   Akyurt, Altindag, Ayaş, Bala, Beypazari, Çamlidere, Çankaya, Çubuk, Elmadag, Etimesgut, Evren, Golbaşı, Gudul, Haymana, Kahramankazan, Kalecik, Keçîoren, Kizilcahamam, Mamak, Nallihan, Polatli, Pursaklar, Sincan, Şereflikoçhisar û Yenîmahall jî di nav de bi giştî 25 navçeyên Enqerê hene û hezar û 425 taxên wê hene.   Li navçeya Mamakê jî jî gelek çand û baweriyan, kurd, tirk, ereb û her wekê din kes hene. Mamak bi giştî ji 669 hezar û 465 kesî re malovaniyê dike. Mamak ji 64 taxî pêk tê.   ‘Qesra min tune ye, avahiyên min tune ne’   Sevgî Şahîn a 65 salî ku di katekî avahiyê de rudine, ji karmendiyê teqawît bûye û ji sê mehan carê mûçeyê digire. Sevgî diyar dike ku tu ferqa wan û kesên li hemberî wan di şevneşînê de dijîn tune û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hevjînê min berê boyaxvanî dikir. Baş xerab me debara xwe dikir. Lê niha ew jî nema. Ez bi mûçeyê teqawîtbûnê debara xwe dikim. Em alîkariyê jî didin zarokan tiştek namîne. Qesra min tune ye, avahiyên min tune ne. Em nîv birçî nîv têr dijîn. Zarokên min ne karmendin, karê wan tune ye. Em ji hinek tiştan dibirin, didin hinek tiştên din. Em jiyanek xweş dixwazin.”   ‘Em biçin avahiyan em ê çi bikin?’   Fatma Yuar ya 42 salî li heman kolanê li şevneşînê dijî. Fatma ji ber rewşa debarê bi gazine. Fatma diyar dike ku ew naxebite û hevjînê wê jî karê serbest dike û wiha got: “Em bi deynan debara xwe dikin. Em ji wir digirin didin wir. Em bi awayekî hewl didin jiyana xwe bidomînin. Em hewl didin bi mûçeyê asgarî debarê bikin. Xanî kirê ye, ceyran av, her wekê din. Em mehane kirê didin û fature didin. Dibêjin wê vir xera bikin. Em derkevin avahiyan em ê çi bikin.”   ‘Vir bê hilweşandin ez nikarim biçim kirê’   Guldane Şengonul ya 68 salî ku di şevneşînê de bi tena serê xwe dijî, mehane bi hezar û 600 TL de bara xwe dike. Guldaneyê da zanîn ku gelek ji pandemiyê bi bandor bûye û got: “Ez teqawîta bagkurê me. Ez bi fitir û zikata cîranan dijîm. Ev der hilweşe ez nikarim di kirê de bijîm. Ez ê çawa debara xwe bikim.”