‘Herî zêde jin ji xizaniyê bandor dibin’ 2021-04-12 09:06:02     ÎZMÎR - Siyasetmedarên HDP’ê derbarê kampanyaya "Ji xizaniya jinê re na" axivîn û derbarê xebatên ku starta wê li Egeyê dane axivîn. Siyasetmedaran gotin wê bi jinan re bên gel hev û rêbazên çareseriya pirsgirêkan nîqaş bikin û gotin wê nîşan bidin ku jin ne tenê ne.   Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 10’ê Sibatê de kampanya "Ji bo jinan edelet" dan destpêkirin û bi dirûşma "Ji xizaniya jinan re na" lingê duyem yê kampanyayê aşkera kirin. Meclîsa jinan wê li herêma Egeyê bi jinan re bên gel hev û derbarê pirsgirêkan de pêşniyarên çareseriyê nîqaş bikin û dengê jinan bibin meclîsê. Jinên HDP’ê kampanya nirxandin.   ‘Jin ji xizaniyê bandor dibin’   Hevseroka HDP’a Îzmîrê Besriye Tekgur diyar kir ku AKP’ê bi pandemiyê re pêvajoya li malê xwe bin daye destpêkirin û di vê pêvajoyê de gelek dijhiqûqî pêk hatine û got: “Li dijî polîtîkayên desthilatdariyê me gelek xebat dan destpêkirin û kampanya jî yek ji van e. Ji hezîrana 2020’an heta niha em bi periyotên sê mehan bernameyan dikin. Di 10’ê Sibatê de meclîsê kampanya ‘Ji bo her kesî edelet’ da destpêkirin û meclîsa jinan jî kampanya 'Ji bo jinan edelet’ da destpêkirin. Niha em di bernameya xwe de ji bo xizaniyê xebatan dimeşînin. Jin herî zêde ji xizaniyê bandor dibin.”   ‘Em ê dengê jinan bibin meclîsê’   Besriyeyê bi lêv kir ku di çarçoveya kampanyayê de bi jinên bên gel hev re hem re wê peymana Stenbolê û hem jî pirsgirêkên jinan nîqaş bikin û wiha pê de çû: “Em ê biçin serdana jinan. Em ê derdê wan guhdar bikin. Em ê dengê wan bibin meclîsê. Em bi saziyên jinan re bên gel hev. Em ê di vê çarçoveyê de pêş bikevin. Me ji Egeyê dest bi kampanyayê kir. Ji ber ku aliyê kedkar yê xizan li wir zêde ye. Bernameya me wê li Aydinê bidome. Jinên di tekstîlê de dixebitin bi heqdestekî kêm debara malê dikin. Xizanî encama polîtîka hikûmetê ye. Kanalên televizyonê yên alîgir van polîtîkayan rewa dikin. Xizanî niha li her aliyê civakê serdeste. Yên ji kar tên derxistin û xizan tên hiştin jinin. Ji ber vê jî piranî jin xizan dibin. Xizanî barê jinan yê malê jî giran dike. Em wek meclîsa jinan a HDP’ê ji bo partiyên din yên siyasî bikevin tevgerê wê xebatan pêk bînin.”   ‘Mutbexa mirovan vala ye’   Hevseroka HDP’a Konakê Hayat Îzgî jî bertek nîşan da û got mirov ji ber xizaniyê bêçare ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tiştên berê dikirin êdî nikarin bikin. Nikarin li ser erdan bixebitin û nan çêbikin. Ji ber lêçûna wan zêde dibe. Mutbexa mirovan vala ye. Em dikarin qadên xebata xwe ava bikin. Dema em bibin yek em dikarin li ser piyên xwe bisekinin. Divê jin hewcedarê mêr û desthilatdariyê nebe. Ji bo jin li ser piyên xwe bisekinin me ev xebat da destpêkirin.”   ‘Ji her alî jinê dihewîne’   Hayatê di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt got: “Kampanya me ji her alî jinî dihewîne. Xebatên me wê li ser jinên koçber bin jî. Gelek jinên koçber li Konakê hene. Ji Afrîka û Afganîstanê gelek jin hene. Sala borî di çarçoveya xebata xwe de em çûn ber deriyê 300 kesî. Em ê dîsa piştgiriyên xwe bidomînin. Bi xizaniyê re şîdet jî zêde bû. Jin ji bo gilîkirinê diçin qereolan lê şûnde tên vegerandin. Bi feshkirina peymanê re jin li her derê rastî şîdetê hatin. Mêr vê wek maf ji xwe re dibînin. Dixwazin jin di bin serdestiya wan de bin. Dixwazin jin bibin kole. Lê em vê qebûl nakin.”   ‘Em ê keda jinê derxin holê’   Rêvebera HDP’a Soke ya Aydinê Neslîhan Arşîv jî wiha nêrînê xwe anî ziman: “Armanca me dengê xizanan bê bihistin û ked bê dîtin. Em dixwazin keda jinê derxin holê. Ji ber ku jin li fabrîka, li ser erdan û li malê beramberê keda xwe nagirin. Ev kampanya ji bo jinan e. Em ê nîşan bidin ku jin ne tenê ne û ji bo pirsgirêkên wan dibin çareserî. Em ê bi jinan re bên gel hev û pêşniyarên çareseriyê bigirin. Em ê jinên kedkar ziyaret bikin. Em ê ji wan re bêjin ku em dibin dengê wa. Ji bo heqdestê wekhev bigirin em ê hewl bidin. Pandemiyê barê jinan giran kir. Em dixwazin jin ligel hev têbikoşin û bibin dengê hev.”