ÎSÎG: Di 8 salan de întihar li ser 30 jinî hat ferzkirin 2021-04-03 13:32:33     STENBOL - Li gorî rapora ku Meclisa ÎSÎG’ê weşand, di nav 8 salan de 502 karker ji ber şertên kargehan întihar kirine. Ji van karkeran 6 zarok û 30 jê jî jin bûne.    Meclisa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG) a Stenbolê, tekîldarî intihara karkeran a 8 salan raporek weşand.  Li gorî raporê di nav 8 salan de ji ber şertên kar ên li kargehan 502 karkeran întihar kiriye û jiyana xwe ji dest dane. Li gorî raporê di intihara karkeran sal bi sal zêde bûye û bajarên ku herî zêde intihara karkeran li wan çêbûye jî wiha hatine rêzkirin: Stenbol, Îzmîr, Kocaelî û Antalya. Di raporê de hatiye destnîşankirin karkerên ku jiyana xwe ji dest dane 30 ji wan jin û 472 kes ji wan mêr in. Her wiha li gorî raporê 6 zarokên karker jî întihar kirine.