‘Qezenca me têr nake lê em neçarin vî karî bikin’ 2021-03-30 09:03:07   WAN - Maşallah Ertaş ya ji ber krîza aborî yek ji jinên ku herî zêde ji betaliyê bi bandor bû, berhemên keda destê xwe û berhemên xwezayî difroşe û debara xwe dike. Maşallahê da zanîn ku qezenca wan têr nake lê neçarin vî karî bikin.   Krîza aborî ya li Tirkiyeyê her diçe giran dibe. Li herêmê jî yekane çavkaniya debarê sewalkarî bû lê ji ber polîtîkayên şaş yên dewletê ew jî hatiye asta tunebûnê. Li aliyê din jî yek ji deriyên çavkaniya debarê, deriyên sînor jî ji ber pandemiyê hatin girtin. Gelek esnafî ji ber vê dikanên xwe girtin. Bêguman yên di vê pêvajoyê de herî zêde bi bandor bûn jin bû. Jin ji bo debara xwe bikin beşeke mezin a rojê li ser piyan bê ewle derbas dikin û hewl didin di qada îstîhdamê de cih bigirin.   Jina bi navê Maşallah Ertaş li taxa Karşiyaka a Îpekyolu a Wanê dijî û ji ber kar nedîtiye, bi xwişka xwe re tiştên bi destan çêdike û difroşe. Maşallah alavên ku bi destan çêdike bi pereyekê kêm difroşe û tenê ji bo çenteyekê mehekê bi şev û roj dixebite. Maşallahê diyar kir ku ev çenteyên bi 150 TL yî ne jî nayên firotin û wiha pê de çû: “Çavkaniyek min ya din hebûna min ev kar nedikir. Ji ber keda me bi rastî jî beramberê xwe nagire.”   Maşallahê destnîşan kir ku bi hatina biharê re bi xwişka xwe re diçin gundê Walto ya Colemêrgê û bi hatina zivistanê re jî vedigerin Wanê. Maşallahê ev tişt anî ziman: “Em li gund pincarê kom dikin, em sebzeyan hişk dikin, em hingiv, gûz û tirşikê kom dikin û tînin diforşin. Biharê em ji kontarên çiya pincarê kom dikin. Em belgên sarmeyan kom dikin. Li ser daxwazan em difroşin jî. Hemû xurekên me jî xwezayî ne.”   Maşallahê di berdewamiyê de diyar kir ku ji bo ku hewcedarê kesî nebin vî karî dikin û wiha dawî lê anî: “Xwişka min li mexezeyekê karek dîtibû. Mehane hezar TL bû. Seranserê rojê li ser piya bû. Min jê re got were em vî karî bikin. Hewcedarê kesî nebe. Me şal çêkirin. Me bi vê debara xwe kir. Lê mixabin berhemên destan qet beramberê xwe nagire. Lê dîsa jî em neçarin bikin. Em naxwazin hewcedarê kesî bin.”