Dikana ku tê de dixebitî, dewr girt 2021-03-11 09:05:00   Aynur Aslan   AGIRÎ - Perîhan Yaşmîn ya di temenê biçûk de hat zewicandin û her tim bi şîdeta sîstematîk re rûbirû dima, piştî zewaca xwe bidawî kir ji nû ve teşe da jiyana xwe. Perîhan wek karker li dikana dûrinvaniyê dest bi kar kir û piştre dikanek ji xwe vekir. Perîhanê da zanîn ku divê jin jiyana xwe navêjin plana dawî.   Li welat yek ji pirsgirêkên herî girîn zewacên di temenê biçûk de ye. Bi zewacên di temenê biçûk de dixwazin jinan hepsê malê bikin û di enama vê de jin yan tên qetilkirin yan jî îtîraz dikin ku dixwazin jiyanek bê şîdest bihûnin. Perîhan Yaşmîn destnîşan kir ku ew her tim ya serî ditewînin yan ji ji ber tirsê tiştek din nakin. Perîhan di 15 salî de bi zorê ji aliyê malbatê ve tê zewicandin.   ‘Şîdeta aborî dest pê kir’   Perîhan di 16 salî de jî dibe dayik û wiha dibêje: “14 salan zewicandî mam. 14 salên min bi êşên giran derbas bûn. Şîdeta aborî li hember min hebû. Hevjîn û malbata wî nehişt ez biçim qursê. Ji bo ez pere ji hevjînê xwe negirim min xwişka xwe li şûna xwe şand qursê û min got tiştên tu fêr bikî nîşanê min bide. Xwişka min tiştên fêr dikir li malê nîşanê min dida. Min ji xwişka xwe nexş û dirûn fêr kir. Min ji bavê xwe makîneya dirûnê xwest. Bavê min jî ji min re stend. Ligel ku hevjînê min dixebitî pere nedida min. Min jî deng nedikir. Min xwest ez jî tiştekî bikim lê vê carê jî nedihişt ez tiştek bikim."   Dikan dewr girt   Perîhanê bi lêv kir ku roj bi roj şîdet zêde bûye û piştî şîdetê biryar daye ku dest jê berde û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Roja jê veqetiyam tenê nanê min yê tenûrê hebû. Pereyê min tunebû. Min bi alîkariya hevalek xwe xaniyek girt. Wê demê xaniyê min biçûk bû. Min maşîna dirûnê danî odeyek. Min dest bi dirûnvaniyê kir. Vê navberê de ez li kar jî digeriyam. Min li dikanek dirûnvaniyê kar dît. Min li wir dest bi kar kir. Piştre min dikan dewr girt û karê xwe berdewam kir.”   ‘Mirov bixwaze dikare her tiştî bike’   Perîhanê di berdewamiyê de bi lêv kir ku dema nû zewiciye pisgirêk ji nedîtî ve hatiye û lê poşman bûye û ev tişt vegot: “Ew salên min yên winda ne. Jin pir fedakariyê dikin. Hewldan jî heta cihekî. Dît ku tiştek nabe bila dest jê berde. Bila jiyana xwe navêjin plana duyem. Divê jin nirxê bidin xwe. Jin bixwazin dikarin her tiştî bikin. Çavkaniya jiyana min keçê min e. Yên herî destekvanên min in, keçên min in. Civakê digot ‘6 keçên te hene jiyan wisa ne hêsane, madem pirsgirêk hebû çima te evqas zarok çêkirin’. Lê min tu car wisa nefikirîm. Keçên min gelek bi nirxin. Başe ku min keç anîne dinê.”   Perîhanê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku jin li her qadê xurtin û her karî dikarin bikin û ev tişt vegot: “Mêr serkeftina jinan hezm nakin. Her tim zext li ser jinan hebû. Lê kapasîteya jinê ku dikare gelek tiştên xweş bike heye. Lê zext lê tên kirin, tên astengkirin.”