Jinên destvala ji bazarê vedigerin: Rewş qet nebaş e 2021-02-10 09:06:00   WAN - Welatiyên ji ber krîza aborî ya ku her diçe giran dibe, ji bazaran destvala vedigerin û got: “Em berhemên erzan û nebaş digirin. Rewş qet nebaşe.”   Ji ber krîza aborî, welatî bêzar bûne, hem esnaf û hem jî welatiyên diçin bazaran bi gazincin. Li Wanê esnafên ku hefteyê her rojê li cihekî ne, li bendê muşteriyane lê mixabin welatiyên diçin bazaran jî tenê li tezgahan dinêrin.   ‘Ez bi 15 TL hatim bazarê’   Saîme Guler da zanîn ku bi 15 TL hatiye bazarê û destvala ji bazarê vedigere û got: “Her tişt bihaye. Kîloyek firingî 7-8 TL ye. Ez hatim ku tiştekî bigirin lê mixabin derfetê min tune. Çavê me di gelek tiştî de dimîne. Yên zarokên min jî wisa. Em nikarin bigirin. Betalî heye. Hevjînê min bixebite pere dide nexebite jî tune. Derfetên me jî tune. Kar hebe ez jî dixebitim.”   ‘Ez xurekên erzan digirim’   Dîdem Elmas jî diyar kir ku ew ji bazarê xurekên herî erzan digire û got: “Xurekên erzan jî bêkalîtene.Ev rewşa me qet nebaşe. Rewşa gel pir xrabe. Ez bi 40-50 TL têm bazarê lê tiştekî nikarim bigiri. Dewleteke ku xwedî li gel derkeve tune.   ‘Em yekî digirin ya din nikarin bigirin’   Saadet Îlkbahar jî diyar kir ku mûçeyê teqawîtbûnê têrî tiştekî nake û got mehane hezar TL pereyê gaz û ceyranê dide û got: “Ez bi 200 TL hatim bazarê. Min çend tiştên biçûk girtin. Em bi hêviyekî hatin lê em nikarin bigirin. Yekî digirin ya din nikarin bigirin. Derfetên kar li welatê me tune.bi mîlyonan ciwan betalin. Her tişt bihaye.”   Hasret Yîgît jî yek ji mîlyonan ciwanên ku naxebiteye berteka xwe wiha anî ziman: “Ez bo hewcedariyê têm bazarê lê nikarim tiştekî bigirim. Ez betalim. Ji ber naxebitim neçarim ji bavê xwe bigirim. Ev min dide zorê. Bavê min jî herî kêm 50 TL dide min.Dema dixebitim hewcedariyên xwe ez digirim. Her tişt bihaye. Divê biha demildest bikevin.”