'Jin bi awayekî çalak cihên xwe di kooperatîfan de digirin' 2021-02-05 09:03:39     Sorgul Şêxo   HESEKÊ - Rêvebera Komîteya Aboriya Jinê ya navçeya Til Temirê Zehra Mihemed da zanîn ku li şûna kooperatîfên ji ber êrişên dewleta tirk zirar dîtine, koperatîfên nû hatine avakirin û got:"Piştî êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmê û rawestandina çend kooperatîfan dîsa jî meşa me li vir nesekinî. Di nava vê rewşê de jî me dest bi avakirina kooperatîfên nû kirin. Armanca me ew bû ku em ji dijmin re bidin xuyakirin ku her çiqas êrîş bike û zirarê bide aboriya herêmê jî jin hene û li ser lingên xwe disekinin."    Têkildarî kooperatîfên çandiniyê Rêvebera Komîteya Aboriya Jinê ya navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê  Zehra Mihemed axivî û behsa avakirina kooperatîfan a li navçeya Til Temir û gundewarên wê kir.   'Me gelek projeyên nan û çandiniyê ava kirin'    Zehrayê di destpêka axaftina xwe de behsa girîngiya avakirina kooperatîfan kir û wiha dom kir: "Bi armanca guhertina hişmendiya civakê ya li hember jinê û vegera wê ya li aboriyê, me gelek projeyên nan û çandiniyê ava kirin. Jinan dikarîbûn xwe ji wê rewşa ku mêr tenê dikare barê malê hilgire ser xwe, dûr bixin û bibin endamên çalak ên di kooperatîfan de. Bi êrîşa dewleta tirk a dagirker a li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û taybet li gundewarên navçeya Til Temirê, hin projeyên me ava kiribûn, hatin sekinandin. Ji ber ku projeyên li Gundê Qebira mezin û Gozeliyê di xeta agir de ne, hatin rawestandin û alavên wê wekî ard, mazot û hwd. jî ji aliyê çeteyên dewleta tirk ve hatin dizîn û talankirin."   'Kooperatîfên nû hatin avakirin'   Zehrayê bi lêv kir ku êrîşên dewleta tirk û binpêkirinên wê yên li herêmê, li hember dewama avakirina kooperatîfan nebû asteng û wiha dirêjî da gotina xwe: "Piştî êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmê û rawestandina çend kooperatîfan dîsa jî meşa me li vir nesekinî. Di nava vê rewşê de jî me dest bi avakirina kooperatîfên nû kirin. Armanca me ya destpêkê ew bû ku em ji dijmin re bidin xuyakirin ku her çiqas êrîş bike û zirarê bide aboriya herêmê jî jin hene û li ser lingên xwe disekinin. Me du kooperatîfên nan ava kirin. Yek li navçeya Til Temirê û ya din jî li Çiyayê Kizwanan e û hejmara jinên ku lê dixebitin 8 in. Her wiha kooperatîfên çandiniyê jî hatine avakirin û hejmara jinên ku tê de cih digirin 44 in."   'Jin bi awayekî çalak cihên xwe di kooperatîfan de digirin'   Zehrayê bal kişand ser jinên ereb û çalakbûyina wan a di kooperatîfan de û wiha dom kir: "Jinên Ereb taybet ên Çiyayê Kizwanan ji aliyê Rejîma Sûrîyeyê û him jî di salên ku çeteyên DAIŞ'ê herêm kiribûn bin serweriya xwe de, ji aliyê aboriyê ve hatibûn paşguhkirin. Taybet dihiştin ku jin tenê bi karê malê mijûl bibe lê rola jinê di pêşxistina civakê de, tunebû. Lê piştî ku di van çend salên dawî de herêm hate rizgarkirin, jinên bi hesreta azadiyê bûn, xwe ji koletiya DAIŞ'ê rizgar kirin û xwe bi rêxistin kirin. Jin di sîstema hevserokatiyê de jî çalak bûn. Di aliyê aboriyê de jî dikarîbûn projeyên xwe pêşkêş bikin û li gorî pêwîstiyên wê jî em erê bikin. Niha li Çiyayê Kizwanan tevgereke balkêş a jinan di koperatîf û saziyan de heye."   'Kooperatîfên çandiniyê ji koçberên Serêkaniyê re hatin avakirin'   Zehrayê da xuyakirin ku ji bo jinên koçber jî projeyên çandiniyê hene û wiha dom kir: "Bi armanca alîkariya jinên koçber ên Serêkaniyê, me projeyên taybet ji bo wan ava kirine. Donima erd jî 512 ne. Nêzî 80 jin cihê xwe di vê projeyê de digirin. Ev proje jî beşek li navçeya Til Temirê ye û beşa din jî li bajarê Hesekê ye. Jinên koçber jî piştî ku koç jî bûn, nexwestin ku destên wan li ber rûyê wan be û rûniştî bin. Lewra cihê xwe di kooperatîfan de girtin."   'Ax rûmet e, rûmeta xwe ji êrîşan biparêzin'   Zehrayê bi vê peyamê û daxwazê dawî li gotina xwe anî: "Pêwîst e her jin xwedî li axa xwe derkeve û ji êrîşan biparêze. Ji ber ku ax rûmet e. Divê jin jî hîn bêtir xwedî li keda xwe derkeve û ji bo pêşxistina aboriya xwe projeyan ava bikin û pêşkêş bikin."