Gazinca firoşkaran û welatiyan heman e: Em perîşan in 2021-01-21 09:07:06   Gulîstan Azak   AMED - Li bazara penîr ku ji ber zema tê kirin tu kes tune û bêdengiyek mezin lê heye, gazinca firoşkaran û welatiyan hemane "Em perîşan in".   Xwegîhandina penîr, rûnê nîvîşk êdî zehmet e. Bihayê berheman mirov bêzar kirine û kes nikare tiştekî bigire. Di meha çile de ji bo rûnê nîvîşk ji sedî 55 zem hat kirin. Bihayê ji 55 lîra derket 85 lîra. Du hefte berê zem hat kirin. Di meha kanûnê de kîloya rûnê nîvîşk 55 lîra bû û ji serê salê şûnde 8 lîra zem hat kirin û bû 62,9 lîra. Li marketan jî 85-90 lîraye. Sedema zêdebûna berheman ev e ku xwe bi derve girê bidin, yanî wekî ku berhem kêm e nîşan didin.   Li gorî hejmarê Saziya Îstatîstîka Tirkiyeyê (TUÎK) di 11 mehên ewil yê sala 2020’an de li Tirkiyeyê 71 ton rûnê nivîşk hatiye hilberandin. Lê ji ber hilberandin beramberê daxwazê nekir, 8 hezar ton hat îthalkirin. Ji bo vê jî 31,6 mîlyon dolar hat dayîn. Li Tirkiyeyê traktorên cotkaran tê hezkirin û hilberîner dest ji hilberînê ber didin. Tirkiyeyê di 11 mehên vê salê de ji bo cotkarên Îrlandayê 17 mîlyon dolar da qezençkirin. Li gorî TUÎK’ê li Tirkiyeyê nêzî 24 mîlyon ton şîr hatiye hilberandin. Dema ev rêje li ber çavan tê girtin divê Tirkiye îxracatvanê herî mezin yê rûnê nivîşk yê cîhanê bûya. Ji ber vê jî hejmarên TUÎK’ê rastiyê nîşan nade.   Rojên zor û zehmet tên payîn   Hilberînerên ji şîr zirar kirin, sal bi sal rewşa wan xerabtir dibe. Hilberîneran dest ji hilberandina şîr berdan û berê xwe dan serjêkirina sewalan û ev rewş jî wê welatiyan hîn bêtir bike zor û zehmetiyê. Li bazara penîr a li ser Kolana Gazî ya li Amedê tu tevger tune û bêdengiye mezin heye. Firoşkaran diyar kirin hêza girtinê pir ketiye û gotin "Em perîşan bûne".   ‘Tenê zemê dizanin’   Mesude Bardak bi lêv kir ku ji ber zema tê kirin nikarin danûstanê bikin û wiha pê de çû: “Zem zem zem… Tenê vê dizanin. Em çi bikin. Tiştek di destê me de nema ye. Em nikarin bigirin.”   ‘Pişta me şikandin’   Melek Karadenîz jî destnîşan kir ku bi salane nikare rûnê nivîşk bigirin û wiha berdewam kir: “Zemên tên kirin gel perîşan kiriye. Bi hefteyane salçe li malê tune. Em nikarin bigirin. Zema tê kirin pişta me şikand. Her tişt bihaye. Em nikarin bigirin. Ma pere nayê malê ku ji bêrîkê jî derkeve.”