Esnafên jin: Em polîtîkayên xizana xizantir dike naxwazin 2021-01-16 09:08:17   Medya Uren   MÊRDÎN - Esnafên jin ên Mêrdînê li dijî qeyrana aborî bertek nîşandan û gotin: "Rewşa me ya aborî her ku diçe xirabtir dibe. Li derdora me bi sedan esnaf dikanên xwe girtin. Di rewşa niha de xizan xizantir dibin. Divê polîtîkayên aboriyê werin pêşxistin.”   Rêjeya enflesyonê, bêkarî, girtina kargehan, derxistina destûra bêpere hwd bandora xwe jiyana rojane kir. Welatî ji bo debara xwe ya rojane jî êdî nikarin tiştek bikin. Esnafên Mêrdînê bal kişandin ser rewşa qeyrena aboriyê û berkên xwe ji ajansa me re anîn ziman.    ‘Em êdî kepenk digirin’   Ceylan Kaymaz berê li atolyeya nexşan ya ku ji aliyê şaredariya Partiya Herêmên Demokratîk (BDP) ve hatibû sazkirin de mamostetiyê dikir. Piştî ku qayûm hat tayînkirin atolye hat girtin û bi sedan jin bê kar man. Ceylan piştî wê beriya 6 salan firoştgeha cilan vekir. Ceylan wiha behsa rewşa xwe ya kar dike: “Bi salan e weke jinek, em weke malbatek hewil didin xwe li ser lingan bigirin. Berê rewşa me baş bû. Herî kêm me debara xwe dikir. Lê di van salên dawî de her ku çû rewşa me xiratir bû û nema em dikarin biqedînin. Bi sedan esnaf kepenk girtin. Vaye xuya ye em ji wê bigirin.”   ‘Em polîtîkaya xizana xizantir dike naxwazin’   Ceylan di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser qeyranê û got: “Em nikarin bêjin bi pandemiyê re rewşa me xirab bû. Tenê pandemî rewşa xirab bêtir derxist holê. Her firoştgehek niha di nava deynan de ne. Em hew dikarin bac û fatureyên xwe bidin. Bi taybet em jin zoriyan dijîn. Divê ji bo esnafên biçûk piştgiriyek bê dayîn û bi taybetî jî ji bo esnafên jin. Ger ku ev rewş wisa berdewam bike em ê kepengên xwe bigirin û li malên xwe rûnên. Ev qeyran xizanan xizantir û dewlemenda ji dewlemendtir kir. Divê ne wisa be. Di rêveberiyê de şaşiyek heye ku pêwîste êdî polîtîkayên aboriyê werin pêşxistin. Em esnafên biçûk çareseriyên ku xizana xizan, dewlemenda dewlemendtir dikin naxwazin.”   'Zam fermana me anî’   Letife Demîra ku demek dirêje karê dirûna cilan ji dike bala me dikişine û wiha bersiva pirsên me dide: “Weke hûn dibînin rewşa me nebaş e. Ma pêwîst dike em bêjin. Em hesabê her tiştî dikin. Ji ber ku ji şefeqê heta êvarê em 5 lîre tenê digirin an jî nagirin. Ew ji em didin pereyên ceyranê û kirayê. Bi taybet di salên dawî de fermana me hat. Îsal ji zamên ku hatine ser ceyranê, qeyrana aborî nahêle em nefese bistînin.”   ‘Me 2 firoştgeh girt’   Fatma Erdogan 4 meh beriya niha ji ber qeyrana aboriyê firoştgeha girt û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Berê de debara me malê hemû li ser firoştgehê bû. Lê mixabin ji ber qeyrana aborî me 2 firoştgehên xwe girtin. Niha ji em firotina ser dezgeha dikin û debara xwe bi zorê dikin. Bi sedan firoştgeh mîna me kepenk girtin û niha rewşa wan xetere. Em tev mane di nav deyana de. Pêwîste ji rewşa aborî re çareseriyek were pêşkêşkirin.”