Hejmarên enflasyona TUÎK’ê dîsa ne li gorî hesabê jinan bû 2021-01-14 09:05:32   Gulîstan Azak   AMED - Hejmarên enflasyona TUÎK’ê dîsa ne li gor hesabê jinan bû. Şahîbe Gerçek a teqawît e diyar kir ku enflasyon herî kêm du katê ya hatiye aşkerakirinê û  ev bi dan û standina dike nîşan da.   Li gorî daneyên enflasyona meha Kanûnê ya Saziya Îstatîstîka Tirkiyeyê (TUÎK), di meha kanûnê de enflasyon ji sedî 1,25 zêde bûye, di salê de jî bûye ji sedî 14.60'î. Lê ev rêje ne li gorî hesabê jinên diçin dan û stanê ye. Jinên derdiketin dan û stanê diyar kirin ku enflasyona hatiye aşkerakirin a rast herî kêm du katê wê ye.   Şahîbe Gerçek ya 60 salî ku bi mûçeyê teqawîtbûnê debara xwe dike, her tim ji heman cihî mehane dan û standin axwe dike û vê carê bi armanca ‘enflasyona rast a gel bê pîvan’ em jî ligel çûn. Şahîbeyê ji bo heman berhemên ku di meha cotmehê de 523 lîra da, di mijdarê de 558 da û di kanûnê de 578 da. Bi vî awayî di sê mehên dawî de bihayên berheman li marketan ji sedî 14 û yên bazarê jî ji sedî 21 zêde bûne.   ‘Enflasyona ku hesap dikim ji ya hatiye aşkerakirin zêdetir e’   Şahîbeyê diyar kir ku hesabê wê  TUÎK'ê  li pey xwe hişt û got: “Hesap li gorî çi tên kirin. Bila bibêjin em jî wiha bikim. Gelo enflasyon dikare ji sedî 14,6 be?Enflasyona ku ez hesab dikim herî kêm du kat zêde ye. Hikûmet bi zema ji bo mûçeyê asgarî zêde kiriye, pesnê xwe dide. Di sê mehan de ji sedî 21 biha bûye. Gelo gel di çi şertî de dan û stanê dike. Gelo dikarin çi bikin, bila bizanin ku di poşetê wan de çi heye.”   ‘Ez nikarim fatura gaza xwezayî bidim’   Şahîbeyê di dawiyê de daxuyakirin ku hêza kirîn û firotinê ya gel ketiye û bi taybet kesên teqawît terkî mirinê hatine kirin û got: “Ji ber nikarim fatura gaza xwezayî bidim li mala cemidî rûdinim. Ez nizanim bi mûçeyê xwe fatureyan bidm, an jî keça xwe bidim xwendin û an jî ji bo mitbexa xwe mesrefê bikim. Mûçeyên teqawîtan jî ne adîlaneye. Rewşa gel li holê ye. Hewce bi gotinê nîne.” Mesaj yazın