‘Pirsgirêkên gel ne xema dewletê ye’ 2021-01-11 09:02:04   WAN - Ji jinên Wanê Teybet Îçnaz bertek nîşanê krîza aborî da û got: “Gelo dewlet, kesên êvarê nan nabin mala xwe difikire? Ji ber marketên wan, wesayît, balafirên wan hene lê yê me tiştekî me tune ye.”   Li welat ji ber krîza aborî ya giran bûye û zema ku her tim tê kirin, welatiyan gelek dide zorê û ji hewcedariyên xwe yên sereke dibirin û hewl didin kirê, av û ceyranê bidin. Jinên taxa Karşiyaka ya Îpekyol a Wanê diyar kirin ku ew nikarin debara xwe bikin û got ji ber pirsgirêka aborî ya desthilatdariyê tune, pirsgirêkên gel jî ne xema wan e.   ‘Dewlet bixwaze hildiweşîne bixwaze çêdike’   Taybet Îçnaz bi lêv kir ku malbatek ji du kesî pêk tê jî pirsgirêka aborî dijî û got ji bo fatureyên av û ceyranê bidin ji lêçûna mutbexê dibirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Krîz heye, betalî heye. Her kes betal li mala xwe rûniştiye. Ez ne di kirê de me lê nikarim debara xwe bikim. Lêçûna malê zêde ye. 8 zarokên min hene, hemû betal in. Li vir malbatên hîn bêtir qerebalix hene. Kesên di kirê de nikarin nan bibin mala xwe. Yên bûn sedema krîza aborî zilmê bi gel dikin. Dewlet bixwaze çêdike, nexwaze jî hildiweşîne.Gelo kesê ku êvarê nan nabin mala xwe difikirin? Na. Ji ber market, wesayît û balafirên wan hene. Yê me jî tiştekî me tune ye.”   ‘Yên torpîla wan hene kar dibînin’   Makbule Eser jî destnîşan kir ku mehaneya wan hezar TL ye û got bi mûçeyê kalbûnê yê hevjînê xwe tenê dikarin fatureya ceyranê bidin û wiha pê de çû: “Ji bo ceyran û gazê zem tê kirin. Me kredî kişand, xanî çêkir. Ez ne di kirê de me. Lê yên bixwazin xanî bigirin jî dikevin bin deyn. Min vê mehê 300 TL fatura ceyranê da. 300 TL ji bo min gelek zêde ye. Her tişt biha ye. Bi 500 TL em tenê çend poşet xurek digirin. Gelo wê mirov wisa çawa debara xwe bikin. Her titş biha ye. Em 7 kes in. Hezar TL nayê malê. Ez nexweş im. Me gaz kişand mala xwe lê ji ber em nikarin bidin em bi kar naynin. Kes kar nabîne. Yên dibînin jî torpîla wan heye. Yên di saziyên dewletê dişuxulin jiyana xwe didomînin. Yên naxebitin jî perîşan dibin. Agahiya dewletê ji gel tune ye.”   ‘Em yekê digirin a din diqede’   Încî Înan a ku ji ber betaliyê 4 meh berê bi hêviyekê dukana tuhafiyeyê vekir daxuyakirin ku hêza girtinê ya gel tune û got ji bo karê bike berheman erzan difroşe û wiha dawî lê anî: “Ez êvarê heta dereng dukanê vekirî dihêlim. Ji bo tiştek bê firotin. Lê kes nikare tiştekî bigire. Ji ber hêza wan tune ye. Ez her meh 300 Tl ceyran û 200 TL jî av didim. Em çayê digirin nan tune ye. Em nan digirin çay tune ye. Yanî em yekê digirin a din tune ye. Dibêjin kar naecibînin. Gelo kar dane kê ku naecibînin. Serokomar çi karî dike ku 80 hezar digire. Li kolanê kesekî bê rûpûş bibînin 3 hezar TL ceza dibirin. Wê mirov çawa bidin vî pereyî. Gel êdî perîşan bûye. Berpirsê her tiştî dewlet e. Divê çareseriyên wekhev pêk bên.”