Di nava 9 rojan de 19 kedkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dan 2021-01-09 14:33:19   ENQERE - TTB'ê diyar kir ku ji ber vîrûsa koronayê heta niha 339 kedkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dane û di 9 rojên ewil ên salê de jî 19 kedkar jiyana xwe ji dest dane.    Hejmara kedkarên tenduristiyê yê ji ber şewba vîrûsa koronayê (Covîd-19) jiyana xwe ji dest dan derket 339''an. Li gorî agahiyên Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) ên li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihandin, ji 1'ê çile ve 19 xebatkarên tenduristiyê ji ber pandemiyê jiyana xwe ji dest dane.  Hat diyar kirin ku di 9 rojên ewil ên sala 2021'an de, bi giştî 19 xebatkarên tenduristiyê ji ber şewbê jiyana xwe  ji dest dane.