Kedkarên tenduristiyê çalakiya rûniştinê li dar xistin 2021-01-07 14:17:20   AMED - Li dijî sererastnekirina şert û mercên kedkarên tenduristiyê, Şaxa SES’ê ya Amedê daxuyaniyek da û li ber nexweşxaneyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.    Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Amedê, bi daxwaza şert û mercên xebatê yên kedkarên tenduristiyê û aboriya wan bên sererastkirin, li ber avahiya Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyûbî ya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Meaşên me têra me pê xwêdana xwe paqij bikin nake” hat vekirin û dowîzên “Em dîsan hatin ji bîrkirin”, “Em jiyanek mîna ya mirovan dixwazin” û “Em mafên xwe dixwazin” hatin hilgirtin.   Hevseroka Şaxa SES’ê ya Amedê Yildiz Ok Orak, di daxuyaniyê de axivî û got: “Em bi tu awayî beramberî keda xwe, ne madî û ne jî manewî nagirin. Lêxistina çepikan zikê me têr nake. Ji bo ku zikên me têr bibin, pêwîstiya me bi aboriyek baş heye. Em bi van meaşên xwe nikarin debara xwe bikin û êdî em gehiştine sînorê biçîbûnê. Em vê qebûl nakin. Ji bo ku me mafê xwe bi dest bixin, emê têkoşîna xwe dewam bikin.”   Kedkarên tenduristiyê, piştî daxuyaniyê 15 deqeyan çalakiya rûniştinê li dar xistin. Di çalakiyê de bê navber dirûşmên “Em dixwazin bijîn û bidin jiyîn” û “Em sinca daîmî daxwazin” hatin berzkirin.    Piştî çalakiya rûniştinê, daxuyanî bi dawî bû.