'Kesên vî welatî bi rê ve dibin ji qeyrana aborî berpirs in' 2020-12-12 09:04:16   WAN - Jinên Wanî dan zanîn ku kesên  vî welatî bi rê ve dibin ji qeyrana aborî berpirs in û gotin ew dixwazin ji bo qeyrana aboriyê çareseriyek bê dîtin.    Qeyrana aboriyê ya li welêt her ku diçe kûrtir dibe. Bêkarî û zemên bi qeyrana aboriyê re rû didin welatiyan ji her warî de dixe nava tengasiyê. Welatiyên ku di bin bandora qeyrana aboriyê de dimînin nikarin kirê, fatureyên elektrîk û avê bidin. Nikarin misrefên xwe yên metbaxê derxin. Jinên li Kuçeya Hacibekir a Navçeya Rêya Armûşa Wanê dijîn bi lêv kirin ku ji qeyranan aboriyê îktidar berpirs e û divê çareserî ji vê yekê re bê dîtin.    'Min bi pereyê deyn komir girt'   Nazli Akbulut da zanîn ku qeyrana aboriyê tevî pandemiyê bêtir pêş ketiye û wiha got:"Xaniyê min ne bi kirê ye lê dîsa jî ez debara xwe bi zorê dikim. Fatureyên elektirîk û avê zêde tên. Vê meyê 700 TL fatureya elektirikê hat. Ji ber ez nikarim bidim min îtiraz kir. Lê nehat qebûlkirin. 40 kîs komir tê dayin. Ev têra min nake loma min bi deyn komir girt. Hevjînê min li bazarê fêkî difiroşe. Ji ber buha zêde ye kes nagire. Loma malê xwe her tîne û dibe. Berê buha hîn baştir bû."   'Kesên vî welatî bi rê ve dibin ji qeyrana aborî berpirs in'   Nazli Yeşil bi lêv kir ku bi qeyrana aboriyê re bêkarî jî zêde bûye û wiha got:"Kesên vî welatî bi rê ve dibin ji qeyrana aborî berpirs in. Birayê min mamoste ye lê niha di mal de rûdinê. Ji ber kar tune ye zarokên me bêkar in. Em nikarin fatureyên elektirîkê bidin. Vê mehê 700 TL hat. Ya berî wê jî hezar TL bû. Mirov perîşan bûn. Divê çareseriyek ji vê qeyranê bê dîtin. Berê ribê me bi 100 TL'yî digirt niha bûye 800 TL."   'Ez nikarim her tiştî ji bo mutbexa xwe bigirim'   Şerife Aksoy da zanîn ku malbata wan ji 13 kesî pêk tê û ew nikarin ji bo mutbexa xwe her tiştî bigirin û wiha domand:"Ji ber qeyrana aboriyê jiyan nadome. Hemû tişt gelekî buha ye. Kiloya rûnê 5 kîlo bûye 50 TL. Em dixwazin jiyaneke aram bijîn. Em dixwazin her tişt erzan bibe. Em dixwazin aştî pêk bê. Heger aştî bibe ew ê ev qeyrana aboriyê jî biqede."   'Em nikarin pêdiviyên zarokên xwe bînin cih'   Besna Karaman da zanîn ku tevî pandemiyê derfetên karê hebû jî qediyaye û wiha got:"Ez her meh 400 TL kirê didim. Em hema bi zorê debara xwe dikin. Bêkarî heye û zarokên min yek jî naxebitin. Buhayê arvan bûye 150 TL. Bila çareseriyek ji vê qeyranê bê dîtin mirov perîşan bûn. Ez nikarim pêdiviyên zarokên xw bînim cih."