Esnafên Geverê: Em nikarin debara xwe bikin 2020-11-29 09:03:56   COLEMÊRG - Bi pandemiyê re bêtir esnaf ketin nava qeyrana aboriyê, esnafên jin ên Gevera Colemêrgê jî bi heman mijarê bi gazinc in. Jinan diyar kirin ku nikarin debara mala xwe bikin, kireya xwe bidin û gotin: “Ji ber qeyran e em nikarin kredîyê ji dewletê bigirin ji ber ku hêza me ya paşvedayînê nîne.”   Di pêvajoya pandemiyê de herî zêde esnaf mexdûr bûn. Esnaf li hemberî qeyrana aborî di nava têkoşînê de ne. Esnafên navçeya Gevera Colemêrgê bertek nîşanî polîtîkayên aboriyê dan. Esnafên bi navê  Serap Aydin û Cahîde Onver ji ajansa me re behsa rewşa xwe kirin.     'Êdî esnaf nikarin kireya xwe bidin'   Cahîde, diyar kir ku ji ber vîrûsa koronaye li Tirkiyeyê qeyrana aboriyê derketiye asta herî jor û got: “Pêşiya koronayê rewşa me baş bû û piştî pandemiyê jî rewşa me xirab bû. Ez dayika 2 zaroka me û debara mala xwe dikim. Her roja ku derbas dibe rewşa me xirab dibe. Em nikarin debara mala xwe bikin. Ne tenê li Geverê li her derê Tirkiyeyê heman pirsgirêk heye. Êdî esnaf nikarin kireya xwe bidin.”   'Rewşa esnafên Geverê ne baş e'   Cahîde di axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên aboriyê ya dewletê û wiha nêrînê xwe anî ziman: “Dewlet hin piştgiriyan dide lê belê di paşvedayînê de pirsgirêkan dijîn. Dema ez zarokên xwe dişînim dibistanê ez pirsgirêkan dijîm, ez nizanim ez ê çi bikim dê çi bê kirin nizanim. Rewşa esnafên Geverê ne baş e. Em nikarin kireya xwe bidin, nikarin debara mala xwe bikin û divê pirsgirek bê çareserkirin.    'Hem qeyran û hem jî pandemî bandorek neyinî li ser me dike'   Serap jî li Geverê esnaftiyê dike û wiha bal kişand ser qeyrana aboriyê: “Pêşiya pandemiyê dîsa jî rewşa me baş bû. Lê niha nikarin kireya xwe bidin. Pêşiya pandemiyê 4 kes li cem bin dixebitin, lê niha ez bi tenê dixebitim. Hem qeyran û hem jî pandemî bandorek neyinî li ser me dike. Em nikarin tiştek bikin ne tenê ez hemû esnafên Geverê heman pirsgirêkan dijîn.”    'Dewletê heta niha ji bo me tu alîkariyek nekir'   Serap di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser alîkariya dewletê û wiha axivî: “Kireya xanî û dikanê ez nikarim bidim. Em ê çi bikin nizanim. Dewletê heta niha ji bo me tu alîkariyek nekir. Dema alîkariyê dide jî, em nikarin paşve deynê xwe bidin dewletê. Ji ber ku niha qeyranekî kûr heye û dema em krediyê bigirin em ê çawa paşve bidin.”