'Em ji tirî gelek cureyên xurekê çêdikin' 2020-11-17 09:02:41   MÊRDÎN - Jin ji tiriyên ku ji rezan kom dikin cur bi cur xurekan peyda dikin û difiroşin. Ji tiriyê ku tê komkirin û şîreya wî tê derxistin bi kedeke mezin bastîq,benî, dims, şereb û gelek xurekên din tên amadekirin.   Çinîna tirî û hilanîna mehsereyan ku ji serê payizê de dest pê dike ber bi zivistanê ve êdî hêdî hêdî bi dawî dibe.  Lê jin hîn di nav rezan de tiriyê dawîn kom dikin û gelek cureyên xurekê jê çêdikin. Xwediyên rezan tiriyê ku tê firotin dibin difiroşin û yê mayî jî piştî ku kom dikin şîreya wî derdixin. Tiriyê ku tê eçiqandin û şîreya wî tê derxistin jê bastîq, benî, dims û şereb tê çêkirin. Jinên Midyata Mêrdînê ku vî karî dikin dibêjin em ji hemû şînatiyan sudê dibînin û bi kar tînin.   ‘Berê dims bi kombuna cîranan re dihat çêkirin’   Şewqiya Înan a li gundê Aynvardê yê girêdayî navçeya Mîdyadê ye, dibêje ku xwecihên Mîdyad û bi taybet yên gundan debara xwe bi çadninî û lawirvaniyê dikin. Herî zêde jî li Midyadê rez tên çandin. Ber bi dawiya peyîzê ve ji rezan tirî tê komkirin û dikin xurek. Şewqiya jî niha dimsê çêdike. Di bin beroşên dimsê de agir geş dike. Şewqiya di ber xebata xwe re bi me re diaxive û wiha dibêje: “Ev karên me yê bi salan e. Em ji mezinên xwe fêr bûn û hîna ji xwezaya xwe bi wî rengî sûdê dibînin. Demên berê em hemû cîran li hev komdibûn, bi rojan karê me berdewam dikir. Me bi hev re sohbet dikir, me kilam digotin û me alîkariya hev dikir. Karê me yê giran wisa li ser milê me sivik dibû. Wê demê weke niha derfet ji tûne bûn. Em diçûn ser mahseran û cihê wan cuda bû. Lê niha li her malê cihê çêkirina dimsê heye. Êdî em weke berê kom jî nabin. Niha malbata me ya biçûk li vire, em bi hev re çêdikin.  Cardin jî li gel zehmetiyên em dibînin em kêfxweş jî dibin. Berhema em digirin me kêfxweş dike.”   'Ji komkirin heya çêkirinê em kedek mezin didin’   Şewqiya dibêje Odeyek biçûk li ser banê xanî hatiye çêkirin û ew tê de tirî dieçiqînin û şîreya tirî ji merzîban tê xwarê. Şewqiya wiha berdewam kir: " Li binê merzîbê beroşên mezin hatine rêzkirin. Piştî tijî dibin em vala dikin beroşa dimsê ya herî mezin ku dims tê de tê çêkirin . Ango hinek axa dimsê û ku axeke taybet e jî em dikin nava ava wê. Piştî keliya ax li binê wê dimîne û dims jî bi ser dikeve. Ev ji dide diyarkirin ku dims çêbuye û dora sarkirina wê ye. Dema dims hinek sar dibe em vala dikin kup, bîdon an jî şûşeyan. Ji rez heta qedandina dimsê em zehmetiyek mezin dibin. Ji bo kelandina dimsê em diçin çiya êzingan kom dikin. Heta ku em bîdonek dims bi dest dixin em gelek êzing dişewitînin. Em li ber radiwestin ji bo ku agir kêm nebe em tim dadidin û geş dikin. Lê tenê em dimsê çênakin. Em hinek tiriyê xwe jî havînê hişk dikin û dikin mewîş.  Herwiha em ji tiriyê şîrê jî bastîq û beniyan jî çêdiki. Berhemên me bi dest xistine em difiroşin. Mixabin em beramberî keda xwe nagirin. Lê ev dîsa jî ji bo me çavkaniya debarê ye.”   ‘Em cur be cur xurek bi dest dixin’   Sonya Akaya jî ku ji heman gundiyî ew jî bi karê rez re mijûl dibe. Sonya wiha dibêje: “Li vî gundî debara me ji xwe bi lawirvanî û çandiniyê  ye. Rezên me kevnarin. Ev demek dirêje ku li ser vê axê mêw tên çandin û rez tên çêkirin. Di dema ku tiriyê me distewe de jî em kom dikin. Me di malên xwe de mahsere çêkirin û em li wê tiriyê ku tê eçiqandin ava wî derdixin. Hemû firaqên me yên kar amade ne. Em ji tirkiyê xwe şarabê jî çêdikin. Lê herî zêde em suryanî şarabê çêdikin,  mislman xurekên din ên ji tirî tên çêkirin çêdikin.”   ‘Tiriyê zuha jî ji bo ajalan hişk dikin’   Sonyayê diyar kir ku karê wan ê herî dawî jî piştî eçiqandina tirî jî ew bermahiya tirî ango kewşê mayî ji bo ajalên xwe amade dikin û ev tişt got, "Tiriyên hatiye eçiqandin ku tenê ber û kewşê wî maye em dibin ser ban û hişk dikin. Li şuna ku em bavêjin em wê jî bi kar tînin. Ez li ser ban ji hev diveqetînim û li ber tavê dihêlim heta ku hişk bibe. Piştî zuha bu em dixin torbeyan. Di zivistanê de em didin ajalan.”