ÎSÎG: 368 karker ji ber vîrûsa koronayê mirin 2020-11-13 16:34:46   STENBOL - Meclîsa ÎSÎG'ê, diyar kir ku di 8 mehên dawî yê pêvajoya şewba vîrûsê de herî kêm 368 karker bi Covît-19 mirine û bi deh hezaran karker jî bi  vê şewbê ketine.   Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎGM) rapora derbarê pêvajoya şewba Corona (Covid-19) de bi raya giştî re parve kir. Meclîsa ÎSÎG'ê anî ziman ku ji 11'ê Adarê heta niha ji bo jiyana karkeran tu tedbir nehatine girtin û di 8 mehên dawî de zêdeyî 10 hezaran karker bi şewba Covid-19 ketine û herî kêm 368 karker bi şewba vîrûsa Covid-19 jiyana xwe ji dest dane.    Meclîsa ÎSÎG'ê anî ziman ku 141 karkerên jiyanaxwe ji dest dan di karê xizmeta tenduristiyê de kar dikirin, 90 karker di karên bazirganî û buroyan de kar dikirin, 25 karker karên şaredariyê dikirin û 20 karker jî karê tekstilê dikirin. Herî zêde karker li Stenbolê jiyana xwe ji dest dan. 108 karkeran li Stenbolê jyana xwe ji dest dan."