Leyla li dijî bav û birayê xwe serî rakir û dirûnxaneyek vekir 2020-11-10 09:06:41   AMED - Leyla Taş, hêj biçûk bû dest bi kar kir piştî ku mezin bû ji hêla malbatê ve hat astengkirin, lê Leyla li dijî astengî û zextan ji xwe re dirûnxaneyek vekir û 6 sal in li vir debara xwe dike û wiha bang li jinan kir: "Dema jin bixwaze dikare her tiştî bike. Cihê jinê ne tenê mal e."   Gelek jin li dijî jiyana heyî ya ku tu mafê nade jinê serî radike. Dema jinek serî radike bandorê li jinên din jî dike. Jin bi hev re li dijî feraset û hişmendiya serdest a mêr derdikevin. Yek jî wan jinan Leyla Taş e. 24 salî ye Leyla û li taxa Seyrantepê ya Yenîşehîra Amedê dirûnxaneyek vekir û 6 sal in li vir debara xwe dike. Leyla li hemberî gotinên bav û birayê xwe serî rakir û bi xwişka xwe re 2 dikanan birêve dibe.   Tu carî guh neda malbata xwe    Leyla anî ziman ku di destpêkê de ji ber pirsgirêkên aborî xebitiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Min di temenên biçûk de dest bi xebatê kir. Di malbatê de pirsgirêkên me yên aborî zêde hebû. Lewra min ji bo xebatê pêdivî dît û di tekstîlê de dest bi xebatê kir. Bi wî awayî li cihê karê gelek babetên xebatê fêr bûm. Piştî ku rewşa malbatê ya aborî hêdî hêdî asayî bû û ez gihiştim temenê 18 salî, êdî li hemberê xebata min derketin. Ji min re gotinên 'Çi hewceye jin bixebite, cihê jinê mala wê ye' Min jî ev gotinan nepêjirand û min xebata xwe berdewam kir. Çiqas ez dixetim zexta malbatê jî li ser min zêde dibû. Piştî van bûyeran min navber da xebatê û ez hatim malê. Vê çaxê midûrê atolyeye karek da û min atoleyek vekir lê piştî ku midûrê me îflas kir min atolye girt. Ev tiş keyfa malbatê xweş kir."   ‘Ez tu carî ji xebatê qut nebûm'    Leyla ligel nêzîkatiya malbatê dîsa jî dev jî karê xwe benda û got: "Piştî ku min atolyeya xwe girt, demekê li malê mam. Malbat nedihişt li cihên dûr bixebitim. Lê min bê xebat nedikarî. Ji ber ku min aboriyek serbixwe dixwest bi vî awayî min li taxa Seyrantepe dikana dirûtinê vekir. Çawa ku min dikanê vekir zexta birayê min jî dest pê kir. Lê min serî netewand û ez 6 sal in li vir dixebitim. Ewilî bi 2 heb makîneyan dest pê kir niha jî 2 dikanan birêve dibim. Hêj jî dibêjim başe ku min dev jî karê xwe berneda. Carinan jinên ku tên dikanê dibêjin 'xwezî em jî bikaribin bixebitin'. Em li dikanê bi jinan re tên cem hev, sohbetan dikin û ji jiyana hevdû fêr dibin.”   ‘Xwesteka min hêvî dide jinên din'    Leyla destnîşan kir heke jin bixwaze dikare her tiştî bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê jin tu carî xwe mûxtacê mêran neke. Mixabin piraniya jinan zewacê wek xelasî dibînin. Bi vî awayî vîn û hêza wê dişkê. Lewra divê hemû jin ji bo ku aboriyek serbixwe bi dest bixe têbikoşe. Bê guman dijwaritiya xebatê jî heye lê xwesteka jinê van dijwaritiyan têk dibe. Xwestek û baweriya min a li ser xebatê hêvî dide jinên der dorê. Ew jî min kêfxweş dike û hêzek mezin dide min.”