‘Divê em li her derê xwe birêxistin bikin’ 2020-09-22 09:06:34   Gulîstan Azak   STENBOL - Cîgira Seroka Komeleya Yekîtiya Karkeran Seçîl Sari balkişand ser pirsgirêkên qada kar û kedê û got: “Divê em li fabrîka, li her qada jiyanê bi komîteyên rêxistinên xwe rêxistinbûyinê pêş bixin. Divê em li dijî pergala patrîarkal-kapîtalîst têkoşînê mezin bikin.”   Ji ber pandemiyê di 26’ê Adara 2020’an de pêkanîna, pereyê xebata dema kin hatibû destpêkirin û di 31’ê Tebaxê de di rojnameya fermî de hat gotin ku du mehên din jî hatiye dirêjkirin. Bi vê biryarê re karker dîsa bi pirsgirêkên aborî re rû bi rû hatin hiştin.   Hikûmet ji bo ku vîrus kêm bandor li ser aboriyê bike du plan xist dewrê. Plana yekem; ji bo welatiyan bi faîza erzan dayîna krediyê bû. Ya duyem jî pereyê xebata dema kurt bû.   Lingê din ê plana duyem ji bo karkerên derketin destûra bê pere, mehê 1177 TL pere dayîn bûn. Rewşa ku herî zêde karker jê mexdûr bûn, ev mijar bû. Ji ber ku welatî bi mehan neçarî bin sînorê birçîbûnê hatin kirin û ji bo tezmînata wan neşewite jî serî li karekî din nadin. Hejmar karkerên derketina destûra bê pere her meh zêde dibe. Li gorî ÎŞKUR’ê di meha Gulanê de hejmara karkerên derketibûn destûra bê pere 1,3 milyon bû û ev di meha tebaxê de bûye 1,97 mîlyon.   Serokomar Tayyîp Erdogan di 7’ê îlonê de diyar kir ku mîlyar lîrayê di Pergala Teqawîtbûna Şexsî (BES) de hatiye komkirin wê ji sektora taybet re wek çavkanî bi kar bînin. Ev gotin rastî bertekên mezin hat.   Cîgira Seroka Komeleya Yekîtiya Karkeran Seçîl Sari rewşa krîzê û bandora wê ya li ser karkeran nirxand.   ‘Karker tên mexdûrkirin’   Seçîlê bi lêv kir ku pereyê xebata dema kurt, mexdûriyeta karkeran girantir dike û got dewlet ji pirsgirêkên derketine holê berpirs e. Seçîlê ev tişt vegot: “Ev 6 mehe bi vîrusa korona re pereyê xebata dema kurt tê dayîn. Bêyî ku bi pereyê tê dayîn ji bo mexdûriyet ji holê rabin tiştek bê kirin, bi biryara serokomar du mehên din jî hat dirêjkirin. Li aliyê din bi hezaran kesên vî pereyî nagirin jî hene. Yên vî pereyî nagirin jî bendewariya wan ya li ber deriyê ÎŞKUR’ê didome.”   ‘Wê pêvajoyek bi pirsgirêk be’   Seçîlê balkişand ser pirsgirêkên ji ber destûrên bê pere û pereyê xebata dema kurt pêk tên û got: “Krediyên ji bo karkeran hatin dayîn dema wan a razanê nêz dibe.Yanî bi kurtasî jiyana rojane bi deyn didome. Gelo wê ji vir şûnde çi bibe. Di meha Qanûnê de wê kredî bên razan. Tişta ku em dizanin ev e ku wê karker hîn bêtir bi pirsgirêkan rû bi rû bimînin.”   ‘Herî zêde jin bi bandor dibin’   Seçîlê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ji vê pêvajoyê herî zêde jin bi bandor dibin û di pergala patrîarkal-kapîtalîst de ewil jin tên mexdûrkirin. Divê em jin û mêr bi hev re li dijî vê têbkoşin. Divê em li fabrîka û her qada jiyanê komîteyên rêxistinê ava bikin û têkoşînê mezin bikin.”