‘Divê jin xwedî li çanda xwe derkevin’ 2020-09-19 09:01:52   MEXMÛR - Jinên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûrê) çanda kardestiyê ya jinan ji bo nedin jibîrkirin berhemên ku bi destên xwe çêdikin ji bo bifiroşin li dikana hatiye vekirin kom dikin.  Kevser Bulut a li ber dikanê ye  got: “Armanca me ya vekirina vê dikanê hem alîkariyek e ji bo jinan û hem jî jiyandina çanda xwe ye. Divê jin xwedî li çanda xwe derkevin."   Di 30’ê Hezîrana 2020’an de li Wargeha Penaberan a Mexmûrê firoşgehek ji bo firotina tiştên ku jin bi destên xwe çêdikin hatibû vekirin. Firoşgeha hat vekirin ji aliyê şêniyên wargehê û bi taybetî jî ji aliyê jinan ve rastî eleqeyeke mezin tê.   Firoşgeha ku hemu berhemên çandî û bi keda jinê tên çêkirin, lê tên firotin hem ji bo jinên wargehê dibe alîkariyek û hem jî bi rêya keda jinê çanda herêma Botanê tê pêşandan.    ‘Keda destên jinan eleqeyek mezin dibîne’   Kevser Bulut bal kişand ser keda destê jinê û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Eleqeyek pir mezin li hemberî vê dikanê heye. Bi taybetî jî jinan eleqeyeke mezin nîşanî dikanê didin. Ji ber ku jinan bi keda destên xwe gelek tişt çêkirine û anîne vê dikanê. Jinan bi destkariya xwe Kefî, cil û berg, şeleme û gelek tiştên cuda û pir xweşik çêkirin. Armanca me ya vekirina vê dikanê ew e ku her jinek li wargehê bi keda destê xwe tiştek çêbike û bîne vê derê. Bi vî awayî ji gelek destan wê dengek derbikeve. Ji bo vê me hemu jinên li wargehê agahdar kirin û hemû jî eleqeyeke mezin nîşan didin.”   ‘Dema mirov dibêje Botan tiştên gelêrî tê bîra mirov’   Kevser Bulut di dawiya axiftinê xwe de pêdiviya xwedîderketina li ked û çandê anî ziman û gotina xwe wiha bidawî kir: “Rûxmî ku ev 27 sal e em penaber in jî dema mirov dibêje Botan hemu tiştên xweşik û gelerî tên bîra mirov. Ji bo vê divê hemu jinên wargehê xwedî li çanda xwe derbikevin, xwedî li ked û karê dê û bavên xwe derbikevin. Divê hem di aliyê ehlaq û hem jî di aliyê hûnera destan de em xwe pêş bixin û pêşiyên xwe ji bîr nekin. Banga min ji bo jinan ew e ku çi dibe bila bibe divê çanda xwe ji bîr nekin û nedin jibîrkirin.”