Di her neqşeke merşê de çîrokek heye 2020-09-17 09:05:40   ŞIRNEX - Di her girêkê merşê de ked û di her neqşê de jî çîrokekî heye. Li Şirnexê hêj jî li gelek malan jin çêkirina merşan didomînin. Derya Kabul jî yek jî wan jina ne ku 35 sal in merşan çêdike. Derya diyar kir ku çend çêkirina merşan zehmet be jî ev qas jî xweş e.    Çêkirina merşan bi keda destê jinê heta îro zindî maye. Li Şirnexê li gelek malan jin çêkirina merşan didominin. Di her girêkê merşê de ked û di her neqşê de jî çîrokekî heye. Merş û berikên ku reng bi rengî tên çêkirin mirovan mest dike. Li taxa Vakif Kentê ya Şirnêxê Derya Kabul (55) 35 sal in merşan çêdike. Derya deriyê mala xwe ji me re vekirin û behsa kar û barê xwe kir.   Derya, anî ziman ku ew ji dayika xwe hînê çêkirina merşan bûye û wiha got: “Dema ez zarok bûm dayika min tim çêdikir û min jî lê dinêrî. Em berê diçûn zozanan, dayika min jî merşên ku çêdikir di konan de û malê de daliqand. Em berê hem diçûn zozanan û hem jî ji aliyekî ve xwedî kevneşopiyên xwe derdiketin. Dema dibû zivistan me merşan di malê de jî çêdikir. Dayik û pîrka min tu carî dev ji kevnoşopî û çêkirina merşan bernedane. Ez dema 20 salî bûm min dest pê kir û û ev 35 sal in ez merşan çêdikim."   'Çekirina merşan zehmet e'   Derya, bi lêv kir ku ew dixwaze kevneşopiyên xwe bidomînin û çêkirina merşan fêrê zarokên xwe jî bike û wiha domand: “Ev ji gundê Avyanin û di salên 90’î de ji ber zordestiya dewletê em ji gund derketin. Ev 31 sal in em hatine bajêr. Çawa ku min li gund merşan çêdikir, li bajêr jî çêkirina merşan didomînim. Ez ê tu carî dev ji çêkirina merşan bernedim. Berê dema em koçer bûn bi hirî ya bezan ve bendan çêdikir. Lê niha ji ber ku em koçeriyê nakin, bendan jî ji ber ve dikirim û tînim pê çê dikim. Ev neqşeyan ez bi destên xwe yek bi yek çê dikim. Rastî jî çêkirina merşan zehmete, lê belê ew qas jî xweşe. Ji ber ku çanda me kurdan xweşe.”   ‘Çanda me rastî jî gelek dewlemende’   Deryayê, da zanîn ku niha li bajêr çand û kevneşopî zêde nayên jiyîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Jiyana li bajêr mirovan ji kevneşopiyan dûr dixe. Ji bo vê jî em xwedî kevneşopiyên xwe dertên û didin jiyîn. Îro dema mirov lê dinêre kevneşopî û çanda kurdan bi destê jinê tê jiyîn. Jinên kurd tim xwedî çanda xwe derdikevin. Divê hemû jinên kurd tim xwedî çanda xwe derbikevin. Çanda me rastî jî gelek dewlemende û em jî çanda xwe diparêzin. Wateya her nexşeyên li merşan tê kirin cudaye. Nexşên bi destê jinan tên çekirin şopa dema berê tîne bîra mirovan.”