Bi sebzeyên hişk dike debara xwe dike 2020-09-16 09:08:01   WAN - Hulya Ulgen a li Taxa Kale ya Wanê dest bi amadekariyên zivistanê kir, li aliyekî sebzeyan hişk dike û li aliyê din jî bi van sebzeyên hişk dike derbara xwe dike.   Bi xilasbûna demsala havînê re li gelek deverî amadekariya zivistanê dest pê kir. Ji bo xwarina zivistanê sebze tê hişkirin û hemû jî bi keda jinê tê kirin. Li taxa Kale ya Îpekyol a Wanê,  Hulya Ulgen a 38 salî îsot, bacan, firingî û kundiran hişk dike. Hulya ligel vê fêkiyên wekê sêv, hirmî û mişmişan jî hişk dike û ev dibe çavkaniya debara wê. Hulyayê daxuyakirin ku seranserê zivistanê bi dilrehetî sebzeyên xwe yê hişkirî bi kar tînin û balkişand ser krîza aborî.   ‘Keda min têrî hemû zivistanê dike’   Hulyayê bi lêv kir ku zivistanê jî sebze hene, lê ji ber organîke sebzeyên baxçeyê xwe yên wekê bacan, îsot, kundir, firingî û fasuliyan hişk dike û wiha got: “Ez van sebzeyan di şorbe, tirşik û xwarinên din de bi kar tînim. Di rewşa heyî de divê me di tebaxê de hişk bikra lê îsal min dereng dest pê kir. Em hema hema qet ji derve sebze nagirin. Hem biha ye û hem jî ne xwezayî ye. Sebzeyên me di 15-20 rojan de hişk dibe û em piştre radikin. Em bi bawerî bi kar tînin. Em ji sebzeyên xwe yên hişk û baharatan jî çêdikin.”   ‘Çi ji destê me tê em çêdikin’   Hulyayê diyar kir ku ew xwedî baxçeyekî mezinin û li baxçeyê wan sêv, hirmî, mişmiş hene û got: “Em fêkiyan jî hişk dikin û em pê debara xwe jî dikin. Em kîloya sêvan bi 3 TL, ya hirmiyan bi 8 TL û ya mişmişan bi 15 TL difroşin. Dema berhevkirinê em zehmetiyan dikşînin. Lê ji ber krîzê çi ji destê me tê em çêdikin û pê debara xwe dikin.”