‘Keda Jinê’ bi jinan re amadekariya zivistanê dike 2020-09-15 09:10:23   WAN - Bi tevlîbûna 60 jinê bi awayekî kollektîf a bi navê "Keda Jinê" 5 meh in xebatek tê kirin. Jinên ku di dema pandemiyê de li malê dixebitin niha carek din dest bi xebatên xwe kirin û ji bo zivistanê amadekariyên xwe dikin.    Amadekariyên zivistanê ku bi keda jinê pêk tê di meha îlonê de jî bê navber didome. Li Wanê ‘Keda Jinê’ ya ku bi usula kollektîf aliyê jinan ve hatiye avakirin, ji hêla du jinan ve bazara wê tê kirin. Bi dehan jin di nava qada hilberînê de cih digirin. Jin vê hefteyê jî li ser daxwazeke mezin dest bi birîna rişteyan kirin. Sonmez Ertaş ya ku hem di qada hilberîn û hem jî di qada bazarkirinê de cih digire bal kişand ser girîngiya piştevaniya jinan.    Sonmezê destnîşan kir ku berê jî tecrubeyek wê ya koperatîfê hebûye, vê salekê berdewam kiriye û got: “Piştre min kantînek da xebitandin. Bi hilbijartinên 31’ê Adara 2019’an de ez bûm endama meclîsa şaredariya HDP’ê ya Îpekyolu. Bi qeyûman re endamtiya min hat xistin. Qeyûman got belkî peywir bidawî be wê li malê rûnin. Lê wisa nebû. Em jinên ku li her derê kêdê didin, em dikarin li ser lingên xwe disekinin.”   ‘Me dest ji hilberînê berneda’   Sonmez, da zanîn ku 5 meh in li vir bazara kedê hatiye vekirin û wiha axivî: "Em bi eleqeyek mezin karê xwe dikin. Di pêvajoya pandemî de wek her kesî me jî kargeriya xwe sê mehan girt. Lê me li malê hilberîna xwe berdewam kir. Em neçar bû wan sê mehan kirê derbixin. Me reçal, kutilk, manti çêkir û kirêya xwe derxist. Niha jî em karê xwe didomînin. Niha em amederakiya zivistanê dikin. Li ser daxwazan niha me dest bi birîna rişteyan kir. Yên xurekê digirin, ewil kîloyekî digirin, li tehma wê dinêrin, diecibînin û ji xwe re dikirin. Tu madeyek din di rişteyê me de tune. Em av û hêkê wê wek hev dixin. Muşteriyên digirin dîsa tên digirin. Eleqe ji bo rişe zêde ye, ji ber vê me vê hefteyê ji erîşte re veqetand. Di rewşa heyî de me rojê sê cure xwarin çêdikir. Dîsa li ser daxwazan em çêdin. Em serwîsê malan jî dikin xwarinê.”   Ji her derê jin berhem dişînin   Sonmezê destnîşan kir ku ji ribêsên ku biharê dertê reçel çêkirine û gelek hatiye ecibandin û got: “Îsal ji ber pandemiyê me çêne kir. Cureyên din yên reçel hene. Hevalek ya hêjîran, du heval ya tûyan, çêdikin. Fêkiyên dibin rîçal jî ji darê ew bixwe jê dikin û çêdikin. Her wiha ji Amed, Dîlok, Mersîn û Êlihê jin berhemên xwe dişînin.”   Amadekariya kopertîfa jinan…   Sonmezê diyar kir ku 10 jinên din yên ji ber zarokên xwe nikarin derkevin derve jî li malên xwe xurekan çêdikin û dişînin ji wan re û got: “Sebzeyên me yên hişk ji Êlihê, reçal û tirşî ji Westanê, ji Mersînê sê hevalên me wê ava firingiyan bişînin. Ji Dîlokê wê îsot bê şandin. Biharat bê şandin. Xeyala me ev e ku em bi piştevaniya jinên koperatîfa jinan ava bikin. Pirsgirêka min ya aborî tune. Armanca min ev e ku ez ji bo jinên aboriya wan nebaşe bibim destek.”