‘Em dixwazin ji bo jinan aboriyeke serbixwe avabikin' 2020-09-15 09:01:45   Sara Şêx Hesen   HELEB - Jinên ku di Dirûnxaneya Êlên ya Komîteya Aboriyê ya Kongreya Star de dixebitin diyar kirin ku ji bo serbixwebûna aboriya jinê projeyên bi vî rengî girîng in û gotin: "Bi projeyan wisa em dixwazin jin li derveyî malê bixebitin. Em bi hêvîne ku hemû jinên Helebê cihê xwe di nava projeyê de bigirin."   Komîteya Aborî ya Kongreya Star ji bo di hêla aboriyê de alîkariyê bide jinan her tim di nava liv û tevgerê de ne. Ji bo jin bibin xwedî kar û pîşeyê bi projeyên nû derdikeve pêşperî jinên herêmê. Projeya Dirûnxaneya Êlên yek ji projeyên destkeftiya jinê ye. Hemû xebatkar jin e û li taxa Şêx Meqsûd ya Helebê hat vekirin. Têkildarî mijarê jinên ku di dirûnxaneyê de dixebitin ji me re nêrîna xwe parve kirin.   'Em dixwazin jin derkevin derveyî malê'    Rêvebera Komîteya Aborî ya Jinan Fatme Hesen li ser armanca vekirina vê projeyê wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ev projeya ku me vekiriye me xwest tê de gaveke nû ji bo jinê bavêjin. Di dirûxaneyê de hemû jin dixebitin û jinên xebatkar jî bi vê projeye pir kêfxweşin. Di hundir dirûnxaneyê de sîstemeke heye û hemû jin bi hev re bi rihekî hevpar dixebitin. Em her meh ji wan re civînê çêdikin, ji bo ku em bikaribin zêdetir bi pirsgirêkên wan û zehmetiyên ku dikşînin mijûl bibin û bibin alîkar. Bi vekirina projeyan em dixwezin jin derveyî malê bixebite. Em bi hêvîne hemû jinên Helebê cihê xwe di nava projeyên pêşxistina aboriya jin de bigirin.”     ‘Jin bi vîneke mezin kedê dide’   Sozdar Mihemed derbarê xebata xwe ya dirûnxaneyê wiha anî ziman: "Ev dirûnxaneya me 12 jin tê de dixebitin. Her hinek li ser karekî ne û hev temam dikin. Tişta herî balkêş jî di dirûnxaneya me de ku hemû jin in û heta ku dirûnxaneyê bi rêve dibe jî jin e. Ya herî taybet jî cara yekem di hundirê taxa Şêx Meqsûd e projeyeke wiha tê meşandin. Ez dixwazin her jinek hêzê di hundirê xwe de bibîne û karbike. Bila aboriya jinê serbixwe be ku hewcedarî  tu kesî ne be. Dest, ling û aqilê me heye em dikarin xwe bi xwe rêve bibin. Tu carî bila jin bi çavekî biçûk li xwe mêze neke. Jin bi vîneke mezin kedê dide.”   ‘Em hemû jin bi yek rihî xebat dikin’   Emîne Mihemed kêfxweşiya xwe bi xebatê xwe anî ser ziman û wiha got: “Em di saetên sibehê de dest bi kar dikin. Em hemû bi yek ruhî di dirûnxaneyê de dixebitin. Di roja me ya îro de tu ferq û cudahî di navbera jin û mêr de tune ye, karê ku mêr dike jin jî dikare bike. Jinê bi tekoşîna xwe karîbû xwe ji sînorên ku li pêşiya wê dibe asteng rizgar bike, da ku tevlî kar bibe.”