Ji berhemên havînê amadekariyên zivistanê dikin 2020-08-30 09:11:18   Rojda Seyidxan   QAMIŞLO - Rebîa Mihemed bi nêzbûna zivistanê re dest bi amadekariyan kir û diyar kir ku gelek tişt di zivistanê de peyda nabin ji ber vê jî ji berhemên havînê sûde digirin. Rebîa ji bo zivistanê niha salçeya îsotan çêdike.    Bi nêzîkbûna zivistanê re niha li hemû dewerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinan dest bi amadekariyan kirin. Ji reçal, penîr, hişkirina şînkahiyan, mekduz, pelên tiriyan,, gihayê miloxiyê, tirşo, salça îsot û balcanê sor amade dikin. Yek ji wan Rebîa Mihemed e û li bajarê Dêrîkê ya girêdayî Kantona Qamişloye dijî. Rebîa ji bo zivistanê dest bi amadekariyan kir û niha salçeya îsotan çêdike.    Rebîa di serîde behsa amadekariya zivistanê kir û got: "Em her sal bi nêzîkbûna demsala zivistanê re amadekariya xwe zivistanê dikin. Her sal weke pelên tirî, şînkahiyên hişk, salçeya îsotan û balcanên sor çêdikin. Em van hemûyan çêdikin ji bo zivistanê radikin. Ev hemû tişt di zivistanê de peyda nabin, ji ber ku di demsala havînê de berhemê her tiştî heye em jî di havînê de sûd jê werdigirin û amadekariya zivistanê dikin, ji ber amadekariya zivistanê di demsala havînê de çêdibe. Min gelek amadekarî kirine û niha jî salçeya îsotan çêdikim."   'Di 4 rojan de salçeya îsotan amade dibe'   Rebîa wiha behsa çêkirina salçeya îsotan kir: "Di destpêkê de em li sûkê îsotên sor dikirin, piştre jî em wan îsotan li ber tavê radixînin heta ku zûha dibe. Piştî ku zûha dibe em diqelişînin û tovik ji wan derdixînin. Paşê bi makîneyê ji herandinê re derbas dikin. Piştî îsot dihelîn em li tepsiyên mezin rast dikin û 3 rojan li ber rojê dihêlînin, heta ku salçe zûha dibe û salçe hevdu digire."   'Salçeya îsotan di nav gelek xwerinan de tê bikaranîn'   Rebîa diyar kir ku ew salçeya îsotan di gelek xwerinan de tê bi kar anîn û wiha pê de çû: "Em salçeya îsotan bi gelek awayan bi kar tînin. Her wiha em salçeya îston dixin di nava bacanên reş de û dixin mekduz. Her wiha em serê siharê di taşteyê de zeyta zeytûnan ser dikin û dixwin. Tama salça îsotan gelek xwerinan xweş dike û îştaha mirovan vedike. Di zivistanê de salçeya îsotan nebe nabe, di hemû malan de salçeya îsotan heye."   'Em ê çanda xwe biparêzin'    Rebîa herî dawiyê da zanîn ku amadekariya zivistinê yek ji çanda wan a kevnar e û wiha bi dawî kir: "Amadekariya zivistanê yek ji girêdana me bi çanda me re diyar dike. Em hîn bûne ku her sal erzaqên zivistanê çêkin. Gotinekî dayika min heye ''Heger hûn di havînê de kevirekî bixin mal di zivistanê de bi heceyî wî kevirê bin û bi kar bînin'. Ji ber wê jî em her sal amadekariya xwe dikin û çanda kevnar dibarêzin."