'Em ê çanda xwe hînê nîfşê nû bikin' 2020-08-29 09:06:06   QAMIŞLO - Rêvebera xwaringeha Ariya Star Daliya Şiblî li ser vekirina xwaringehe rawestiya û got: “Pêwiste her kes çanda xwe ji bişaftinê biparêze. Ji ber ku ên mirovan li ser piyan digire çanda mirovan e. Divê em vê çandê ji nifşên pêşerojê re bihêlînin ku çanda me tune nebe."   Jin di hemû waran de çanda xwe yê kevnar ên dabîra xwe diparêzin. Îro nêviyên wan wê çandê dişopînin û di hemû aliyên jiyanê de zindî dikin. Di 15'ê tîrmehê de li bajarê Dêrîkê ya girêdayî Kantona Qamişloyê 7 jin, xwaringeha bi navê Ariya Star a xwarinên gelêrî vekirin. Hemû jinên ku di vê xwaringehê de kar dikin bi kêyfxweşiyek mezin karê dimeşînin. Têkildarî mijarê Rêveberiya xweringeha Ariya Star, Daliya Şiblî axivî.   Daliya di destpêka axaftina xwe de navê xwaringeha Ariya Star şîrove kir û got: "Navê xwaringeha me Ariya Star e, Ariya ji agir tê û star jî ji stêrk tê. Ji ber wê jî me navê xwaringeha xwe ji agir û ronahiyê hilbijartiye. Bi xwarinên gelêrî em ronahiyê didin civakê û çanda xwe bi hemû rêbazan diparêzin. Ew bû mehek me xwaringeh vekiriye. Di destpêkê de me xizmetê dida şêniyên bajêr. Ji ber vîrûsê êdî em li ser sparîşan dixebitin. Em serê sibêhê saet 08:00'an heta 23:00'an dixebitin."   Daliya, diyar kir ku divê xwarinên gelêrî bên parastin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Pêwiste herkes çanda xwe ji bişaftinê biparêze. Ji ber ku ên mirovan li ser piyan digire çanda mirovan e. Divê em vê çandê ji nifşên pêşerojê re bihêlînin ku çanda me tune nebe. Di roja îro de em dibînin herkes xwarinên amade dixwin, ji bo wê me pêşniyarek wisa kir û me xwest nifşên nû hînî xwerinên gelêrî bin."   'Em bi ruhê kolektif kar didin meşandin'   Daliya bal kişand ser cureyên xwarinan û wiha bi lêv kir: "Xwarinên ku em çêdikin hemû şêniyên Dêrîkê jê razîne, ji ber xwarinên gelêrîn e. Xwarinên ku em çêdikin mîna kutilik, şamborek, ser û pê, dolme û sarma ne. Dema gel xwarinên me biecîbînin em jî pir kêyfxweş dibin. Her wiha em 7 jin di xwaringeha Ariya Star de kar dikin û bi rihê kolektifê em kar dikin. Ez niha li ser xwaringehê disekinim hemû jin jî di hemû aliyan de alîkariya min dikin. Her wiha di xwartingehê de nanpêja me jî heye em wir jî li gor daxwazan borekan jî çêdikin."   'Bi şoreşê bi ser ketin'    Daliya diyar kir ku bi şoreşa rojavayê Kurdistanê re gelek derfet li pêşiya jinê vebû û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Berê di nava orf û adetên me de şerm bû ku jin di dikan ango cihekî cuda de kar bike. Her tim jin di nava malê de asê dima. Lê jin bi şoreşa rojavayê Kurdistanê re navê xwe di dîroka kevnar de nivîsand. Îro li hemû kar û xebatên ku tên meşandin bi pêşengtiya jinê bi rêve diçe. Bi îrade û hebûna jinê jiyan tê xemilandin û em jî çanda xwe di nava jiyana rojane de zindî dikin. Daxwazê min ji jinan heye ku bila di malê xwe de nemînin."