'Yekane çavkaniya me ya debarê pereyê penîr û şîr e' 2020-08-28 09:05:11   Şehrîban Abî   COLEMÊRG - Berîvanên li taxa Aşûtê ya bi reng û çavkaniyên ava xwe ya xwezayî aramiyek mezin dide, hatin cem hev wiha gotin: “Li vir tevî hemû zor û zehmetiyan em bi sohbet û henekên xwe tarîtiyê têk dbin.” Lê Bêrîvan tevî vî karê zor û zehmet ne xwedî qezencek bi rêk û pêk in.   Berîvanên ku ji navçeya Çelê hatin taxa Aşûtê û pez û bizinên xwe dotin, jiyanek komunal didomînin. Her roj saet di 10.00’an de tên cem hev û ewil bi xurekên ji malê tînin taştê dikin, piştre heta tariya şevê karê xwe dimeşînin.   ‘Her malek herî zêde 10 sewalên wan hene’   Jina bi navê Zelîha Ebîş daxuyakirin ku piştî pezê xwe didoşin bi şîrê wan mast û penîr çêdikin û got: “Sewalkarî ne wek berê. Yekane çavkaniya debara me ye. Lê niha her malek herî zêde 10 sewalên wan hene. Berî her malek herî kêm xwedî 50 pezî bû.”   ‘Em bi zor debara xwe dikin’   Zelîhayê destnîşan kir ku tevî yekane çavkaniya debara wan sewalkariye jî di alî aborî de zehmetiyan dikşînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her roja bêrîvaniya me ji bo me jinan wek seyran derbas dibe. Em jin li vir bi sohbet û henekan heta êvarê dimînin. Jiyana me wisa derbas dibe. Qezencek me ya din tune ye. Em bi pereyê şîr û mast debarê dikin. Ligel vê ewlehiyek me ya kar tune ye. Em bi zor debara xwe dikin.”   Melîha Ebîş jî daxuyakirin ku tevî zehmet e jî ji bêrîvaniyê hez dikin û got: “Tenê em roj, çiya û çeman dibînin. Em diçin malê jî mutbexe. Jiyana me zehmete lê em jê hez dikin.”