‘Jin çanda xwe ya nanpêjiyê berdewam dikin’ 2020-08-27 09:02:17   ŞIRNEX - Li Şirnexê jinên ku malên wan hatin hilweşandin û li TOKÎ'yan hatin bicihkirin dest ji çanda xwe ya nanpêjiyê bernedan û li cihê lê hatin bicihkirin jî vê çanda xwe berdewam dikin.    Li taxa Gazîpaşayê ya Şirnexê di avahiyên TOKÎ’yan de, jina bi navê Nurcan Altûrk ku ji xwe re firin vekiriye lavaş çêdike û hem nanê sêlê û yê tenûrê dipêje. Nurcanê, anî ziman ku di nav TOKÎ’yan de gelek zehmetiyan dikişînin û wiha got: “Li Şirnexê yekem care ku firinek ji aliyê jinê ve hatiye vekirin û xebatkarên wê hemû jinin. Me ji civaka Şirnexê re jinê da qebûl kirin û gotina ‘jin nikare’ da şikandin.”   ‘Em ji bo firna ku me vekir li gelek cih geriyan’   Nurcanê, diyar kir ku di destpêkê de ji bo vekirina firinê li gelek cihan geriyane û wiha domand: “ Piştî lêgerîna ku me kir me li TOKÎ'yê ji xwe re cih peyda kir. Kesên ku li van avahiyan jî hatine bicihkirin gelek zahmetiyan dijîn. Ji ber ku jiyaneke bi vî rengî napejirînin. Me jî bi firina vekir xwest ku hem ew hevîrê xwe bînin em ji wan re li firinê bipêjin û hem jî em bi karê dikin debara xwe bikin. Li Şirnexê care yekeme ku jin karê firinê dikin. Ev karê ku me destpêkiriye em ê berfirehtir bikin. Em jin destên xwe dirêjî  hemû  deran bikin. Niha li vê derê nêzî 10 jin dixebitin. Em niha nanê sêlê, tenûrê û lavaşan çêdikin. Me nanê tenûrê bi taybetî zivistanê gelek zêde çêdikir. Lê belê niha ji ber havîne û pace vekirinê ji bo ku em tu kesî aciz nekin me navber dayiyê.”   ‘Me bi civakê da qebûlkirin’   Nurcanê, da zanîn ku karê firinê gelek zehmet e, lê belê ne karê mêran bi tenê ye û wiha pêl da axaftina xwe: “Em jin jî dikarin karê firinê bikin. Em serê sibehê saet di 5’an de radibin tên firinê û nanê xwe çêdikin. Em heta 8’ê êvarê jî dixebitin. Her çiqas karê me zehmet be jî keda ku em didin kêfa me tîne. Li Şirnexê hem ji ber nêrîna civakê û hem jî ji ber ku cihê xebatê zêde tune ne jin zêde nikarin bixebitin. Ji ber wê dema ku me firin vekir me nêrîna civakê meraq dikir. Lê civak jî bi karê ku em dikin kêfxweş bû. Herkesî me pîroz kir. Gelek kes ji taxên din tên ji firina me nan dikirin û dibêjin werin li taxên me jî firinê vekin. Ev  jî me kêfxweş dike. Me gotina civaka mêr a ku dibêje 'jin nikare' vala derxist.”   ‘Dema jin bixwaze dikare hemû karan bike’   Nurcanê got ku ew li nava TOKÎ'yan gelek zahmetî dikişînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ger cihê firina me pêşiya wê vekirî bûya me yê zêde zahmetî nekişanda. Dema ku min ev firin vekir malbata min nedixwest ez vî karê bikim. Lê min dixwest bi karê xwe û keda xwe li ser nigê xwe li ser nigan bimînim. Ez naxwazim ku mihtacê mêran bibim. Ji ber vê min ev cih vekir. Lê niha kêfa malbata min gelek ji karê min re hat û piştgiriyê didin min. Me bi vî karê da nîşandan ku dema jin bixwaze dikare hemû karan bike.  Tu hêz nikare me asteng bike. Em ê tim li ser nigên xwe bisekinin.”