'Ji bo şêniyên taxê min mala tenûrê negirt' 2020-08-26 09:08:00   HESEKÊ - Xedîce Ferhan a ku mala nanê tenûrê bi kedeke mezin vekir, diyar kir ku wê li ser biryara Xweseriya Demokratîk û ji bo şêniyên taxê bi hêsanî ji xwe re nan peyda bikin mala xwe ya tenûrê negitiye.   Li dijî vîrûsa korona(Covid19) her kes li Bakur û Rojhilatê Sûriyê êdî bi tedbîr tevdigerin. Bêyî lepik û rûpoşan danakevin bazarê û tevgera xwe jî kêm kirine. Lê li ser biryarên Rêveberiya Xweser di dema qedexeya derketina derve de jî firene  û hin kargehên din ku pêdiviyên civakê yên acîl li wan peyda dibûn ji dervî vê qedexeyê hatin hiştin û karên xwe berdewam dikin. Ji van kargehan yek jê jî mala tenûrê ya Xedîce Ferhan a ku bi keda xwe ev 20 sal e lê bihevjîn û zarokên xwe re nanpêjiyê dike ye.Xatîceyê derbarê karê xwe de ji me re nirxandin kir.   'Biryarên tên girtin tên pêkanîn'   Xedîce bal kişand ser vîrusa koronayê û got:"Ji ber ku niha vîrûsa Korona belav bûye, şêniyên Til Temirê jî biryarên Rêveberiya xweser ku ji bo tendirustiya wan hatine girtin pêk tînin, dernakevin derve û tevgera xwe jî kêm kirine. Ji ber nederketina derve û parastina ji vîrûsa koronayê, êdî tu kes wekî berê nanê tenûrê nema kare peyda bike. Ev bi taybet ji ber girtina rêyan ku kesên li gundan nikarin bên anvçe û bajaran û nanê  tenûrê bifiroşin."   'Rojê 3 saetan dixebitim'   Xedîce diyar kir ku ew mala xwe ya tenûrê zû digirin lê karê xwe berdewam dikin û wiha berdewam kir: "Em mala xwe ya tenûrê rojê 3 saetan vekirî dihêlin. Lê em ji ber rewşa vîrusê zêde nikrain vekirî bihêlin û dîsa jî heta ji destên me tê em li benda şêniyan dimînin ku bên ji bo xwe nan bistînin. Em di vê rewşê de nan hindik dipêjin, lê dîsa jî em di warê peydakirina ard de zahmetiyan dikişînin. Ji ber ku bazirgan di vê pêvajiya vîrusê de buha difiroşin. "   '20 sal e vî karî dikim'    Xedîce got ku 20 sal e vî karî dike û wiha pê de çû: "Carnan firina navçeyê naxebite lê em ji bo ku şênî bê nan nemînin her roj mala xwe ya tenûrê vedikin. Em bi karê  dikin hem ji şêniyên navçeyê re dibin kar û hem jî debara xwe dikin. Ez hêvî dikim ku di vê pêvajoya vîrusê de her kes xwe biparêze, vîrus biqedin û her kes vegere jiyana xwe ya asayî."