Di bin siya şewbê de amadekariyên zivistanê 2020-08-26 09:06:14   AMED - Di bin siya şewba kornoyê û qeyrana aborî de jin kar û barên amadekariya zivistanê dikin. Jinên ku bi sebze amadekariya zivistanê dikin dibêjin çiqas rewşa aborî nebaş jî be sebzeyê amade dikin jiyana wan hêsan dike. Jinan diyar kir ku vê salê qeyrana aborî bandora xwe li ser sebzeyê ku her sal bi erzanî distendin jî kiriye û gotin ku vê salê sebze gelek biha ye.    Amadekariyên demsala zivistanê yek ji kevneşopiya me ye. Ji bo zivistanê jin bi keda destên xwe û bi xwêdana eniya xwe amadekariyan dikin. Lê îro şeba koronayê hemû jiyana kiriye bin bandora xwe. Hem di aliyê aborî hem jî di aliyê tendurustîyê de civak ji rewşê bi gûman e. Li gel metirsiya vê şewbê jinên ku amadekariyên xwe yên zivistanê dikin, diyarkirin ku wan sebzeyê sala borû ji bo zivistanê amde kirine di pêvajoya karantînayê de gelek bi kêrî wan hatiye û vê salê jî ji her salê zêdetir amadekariyê dikin. Jinên ku amadekariya zivistanê dikin ji me re li ser karê dikin nirxandin kirin.   ‘Ev demsal ji me re fersendeke’   Dîlan Canozer ku li navçeya Rezanê dijî û ji şefeqê de dest bi kar û barên amadekariya zivistanê kiriye, li ser karê xwe wiha dibêje: “Ev demeke me dest bi amadekariyan kiriye. Ji ber ku dem dema komkirina sebze yeber bi payizê ve dibe dema amadekariyên zivistanê jî. Di vê demê de her tişt xwezayî te. Di vê serdemê de her sal erzan jî dibû. Lê îsal qet erzan nebûye. Ji ber wê jî em dema amade dikin di warê aborî de zahmetiyan dikişînin. Her sal di vî demê de karê me ev e. Beriya şewba koronoyê jî em bi hêsanî bi cîranan re kom dibûn û me bi girseyî, bi kêf karê xwe dikir. Lê niha mixabin em di bin siya şewbê de dixebitin.”   ‘Em wan depo dikin’   Fatma qala pêvajoya çêkirina wan kir û got: “Em niha balîcanan li ser agir dipijêrin, piştî wê ji em diqeşêrin û dikin konserve.  Em wan di poşetan de hiltînin. Em hin cureyê sebze jî li ber tavê hişk dikin. Herwiha em gelek tiştên wekî tirşik û reçelê jî çêdikin û depo dikin. Lê carna hin kesên ku van amadekariyan dikin gelaşa xwe li der û dorê dihêlin û ev jî zerarê dide xwezayê. Divê tu kes gelaşa xwe li pişt xwe nehêle. Her wiha piraniya kesên ku vî karê dikin piştî ku qedandin çopên xwe diavêjin der û dorê.”   ‘Em bi cîranên xwe re jî parve dikin’   Aynûr Ozbaşî  ku li kûçeyên Sûrê amadekariyên zivistanê dike wiha got: “Amadekariya ku em niha ji bo zivistanê dikin, di zivistanê de gelek bi kêrî me tê. Îsotên ku em hişk dikin, di zivistanê de dikelijînin û bi ava firingiyan ku em tevli dikin em xarina xwe amade dikin. Ev xwarinên ku em amade dikin hem pratîk in û hem jî bi eklin. Her wiha em xarinên ku amade dikin bi cîranên xwe re jî parve dikin.  Çiqas zû bên çêkirin ev qasa baş e ji ber ku dema zivistan nêz dibe hem sebze biha dibe û hem jî tama wî nexweş dibe. Em li gorî derfetên xwe cureyên zebze ji bo zivistanê amade dikin. Em bi taybet ji bo dolme alîcan, kundir û îsotan hişk dikin.”   ‘Bûye wek kevneşopiyek me’   Guler Turhan jî ku li kuçeyên Sûrê amadekariya zivistanê dikir wiha got: “Amadekariya zivistanê bûye wek kevneşopiyek me. Bi wî awayî em tên gel hev û karên xwe hêsantir dikin. Em bi sebzeyên ku amade dikin zivistanê ji wan xwarinên wekî tirşik, dolme û gelek cureyên din ên xwarinê çêdikin. Her wiha em niha tirşiyê jî çêdikin. Carinan zivistanan ji bo xwarinê em tiştek nabînin ku çêkin û ev xwarinên ku em amade dikin ji me re dibin alîkar. Karê me çiqas zahemt be jî em bi piştevaniyê çareser dikin.”