'Min xwest bibim xwediya aboriyeke serbixwe' 2020-08-25 09:01:11   Lîlav Elî    ŞEHBA - Jina bi navê Esmehan Ebdo a 46 salî ji Herêma Efrînê ye û ji xwe re xwaringehek vekeriye, derbarê xebatê xwe de wiha dibêjê: "Beriya şoreşa Rojava karkirina jinê li derve ji me re şerm bû. Di bazarê de min xwaringehek biçûk ji xwe re vekiriye û jê aboriya xwe xurt dikim."     Qada aborî yek ji qadên herî zêde ku jin tê de dixebite. Jinên rojavayê kurdistanê bi destpêkirina şoreşê re cihê xwe di qada aboriyê de li bazaran jî girtin. Di encamê de gelek proje jî ji bo jinan hatin pêşxistin. Jina bi navê Esmehan Ebdo ya 46 salî, dayika 4 zarokan  ye û ji gundê Maratê ya Herêma Efrînê ye.  Esmehan ji bo ku debara mala xwe bike û bibe xwedî aboriyeke serbixwe, li şehbayêji xwe re xwaringehek vekiriye û tê de dixebite. Têkildarî projeya xwaringehê Esmehan ji me re nêrina xwe parve kir.     'Ger em ne xebitin jiyan pir zehmet e '    Esmehan di destpêka axaftina xwe de ser projeya xwe ya xwaringehê axivî û got: "Ji ber ku Kantona Şehbayê beriya çend salan şer lê qewimî bû reşwa jiyanê li vê derê pir dijwar bû. Tu kesî bawer nedikir ku jiyan li vir bê qedandin.  Lê ji ber vîna me ji bo jiyanê xurt bû, me ji nû de gelek avakirin bi xwe re çêkir. Min xwest bi vekirina xwaringehê aboriyeke xurt û serbixwe avabikim. Ger em ne xebitin jiyan pir zehmet e."    'Bi karê xwe ez dilşad dibim'   Esmehan da zanîn ku beriya şoreşa Rojavayê Kurdistanê derfetên wan yê karkirinê li derve pir kêm bûn û bi dawî kir: "Beriya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê jin ji hin qadên  jiyanê bê par mabû. Qada aboriyê jî pir girîng e ji bo domandina jiyana mirov. Herwekî din derfetên karkirina ji derve ji bo jinan pir kêmbûn. Mi jî weke jinekê xwest ku ez bi derfetên kêm jî xwaringehekê ji xwe re vekim. Dema ku dibistan vekirîbin xwaringeha min pir xwedî berhem e, ji ber her kes rêya xwe bi min dixe û li gel min xwarinê dixwe. Di xwaringehê de ez sendewîşên felafil, goşt û hêk difroşim. Berhemên wê jî bi sûrin. Bi karê xwe ez dilşad dibim."