‘Krîza aborî bandor li me jî kir’ 2020-08-24 09:06:31   AMED - Rozerîn Ozçelîk bi lêv kir ku krîza aborî bandoreke mezin li ser esnafan kiriye û got bi dayika xwe re li Sûrê bakal vekiriye û wiha pê de çû: “Tevî hemû zor û zehmetiyan em hewl didin têkoşîna xwe bidomînin.”   Li Tirkiyeyê ku krîza aborî her diçe girantir dibe, bêguman ji aliyên civakê yên herî zêde ji vê krîzê bi bandor dibin  esnafin. Piranî esnaf ji ber krîzê neçar man dukanên xwe bigirin. Daxuyaniyên hikûmetê yên der barê aboriyê de jî rastî nîşan nadan û ligel vê bertekên gel jî her diçe mezin dibin. Rozerîn Ozçelîk ya ji krîza aborî bi bandor bûye li Sûra Amedê dukana wê ya bakaliyê heye û hewl dide bi vê debara xwe bike. Rozerînê bi dayika xwe re dukanê dixebitîne û diyar dike ku ew hatine asta ku dukanê bigirin û got yekane çavkaniya debara wan jî esnafî ye.   ‘Me di encama têkoşînek mezin de dukan vekir’   Rozerînê destnîşan kir ku bi salane heman karî dikin û ji karê dikin jî kêfxweş in û wiha got: “Me wek jin têkoşînek mezin da. Ez 18 sale vî karî dikim. Berê jî dayika min tenê dukan xebitandibû. Ez û xwişka xwe mezin bûn me alîkarî dayê. Niha ez û dayika xwe li dinêrin. Vekirina bakalê jî encama têkoşîne mezin bû.”   ‘Navbera min û dayika min de piştevaniyek mezin heye’   Rozerînê daxuyakirin ku bi saya bakaliyê debara xwe dikin û ev tişt anî ziman: “Di navbera min û dayika min de piştevaniyek mezin heye. Piştevaniyê em mezin kirin. Carna di alî girtina alavan de em zehmetiyan dikşînin. Em rojane 16 saetan vekirî ne. Ev jî me dide zorê. Lê em kêfxweşin.”   Rozerînê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser pêvajoya pandemiyê û got biryara qedexeya derketina kolanê bandorek mezin li wan kiriye, hatine asta ku dukanê bigirin û got: “Bavê min çend sale naxebite. Em bi saya vê bakalê debara xwe dikin. Di pandemiyê de me zehmetiyên mezin kişandin. Ji ber biryara qedexeyê me nikaribû dukan vebikira. Me alav nedigirt. Ew pêvajo gelek zehmet bû.”