Ji ber vîrûsê nikarin mirîşkên xwe bifroşin 2020-08-19 09:06:11   ŞENGAL - Niştecihên gundê Borîkê bi xwedîkirin û firotina mirîşkan debara xwe dikin, lê ji ber vîrûsa koronayê nikarin mirîşkên xwe bifroşin.    Niştecihên gundê Borika Şengalê bi xwedîkirina mirîşkan debara xwe dikin. Niha di çewlikê de nêzê 5 hezar mirîşk hene. Lê belê ji ber vîrûsa koronayê nikarin mirîşkên xwe bifroşîn. Xwediyên çewlikê bal kişandin ser kar û barên xwe.    Suat Xelef, di axaftina xwe de bal kişand ser karên çewlikê û got: "Xwedîkirina mirîşkan gelek zehmet e. Hewceye ku mirov her tim li çewlikê be. Bi taybetî di demsala havînê de divê her tim ava mirîşkan bê kontrolkirin. Salên borî karê me gelek baş bû û me gelek pere jî qezenç dikir. Lê mixabin îsal ji ber vîrûsê em nikarin mirîşkan bifroşîn. Niha hatin û çûyîna nîştecihan kêm in. Ev tişt ji bo me xetere ye."   Alwan Xelef jî li çewlikê dixebite û diyar kir ku 2 sal dest bi xwedîkirina mirîşkan kirine û wiha axivî: "Niha ji ber vîrûsê hemû rê hatine girtin û em nikarin tiştek bifroşîn. Karê ku em dikin zehmet e. Em debara xwe bi xwedîkirin û firotina mirîşkan pêk tînin. Ez ji hikûmetê daxwaz dikim ku pirsgirêkên me çareser bikin."