Jinên şoreş rêve birin rengê xwe didin qada bazirganiyê 2020-08-18 09:07:02   Berçem Cûdî   KOBANÊ - Hêza Hesen a ku yekemîn jina li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şîrketa barkirinê ya navnetewî vekiriye wiha dibêje: "Şoreşa Rojavayê Kurdistanê gelek derfet dan jinan ku xwe pêş bixin. Loma min xwest ku ez di vê xebatê de cih bigrim û rengê jinê li qada bazirganiyê jî diyar bikim."   Li rojavayê Kurdistanê ev 9 sal in di warê birdozî û veguhertina civakê de de şoreşek mezin pêk tê. Sal bi sal, meh bi meh û roj bi roj gel di hemû qadan de tê pêşxistin. Loma jinên rojavayê Kurdistanê pêşketina xwe dispêrin şoreşa 19'ê Tîrmehê. Piştî ked û têkoşîna mezin ku hat dayîn êdî jin gihîştine asta pêkanîna projeyên cur bi cûr ên li hemû qadan. Ji van qadên ku jinan rengê xwe dayê yek jê jî qada bazirganiyê ye ku heta roja îro mêr lê serwer bûn. Lê li Kobanê jina ciwan a bi navê Hêza Hesen ku 25 salî ye, şîrketa barkirinê ya navneteweyî vekir û dixwaze li vê qadê bibe yekemîn jina ciwan ku dixebite. Hêza Hesen ji ajansa me re axivî û qale tecrubeya xwe kir.    'Proje daxwaz û fikra min bû`   Hêzayê di despêka axaftina xwe de behsa vekirina şîrketê kir û got: "Me li Kobanê şîrketa barkirinê ya navnetewî a bi navê Mihran vekir. Ji ber ku me şîrketa xwe nû vekiriye em niha di pêvajoya berfirehkirin û xurtkirina pêwendiya bi bazirgan û şîrketên din de ne. Ev piroje daxwaz û fikira min bû ku min xwest jin jî rengê xwe bidin vê xebatê. Min projeya xwe bi malbata xwe re parvekir, wan jî piştgirî da min û min dest bi xebata xwe kir. Min destpêkê serî li odeya bazirganî û pîşesaziyê da û min destûr girt.  Her wiha min serdana gelek bazirgan û şîrketên cuda kir ku bikaribim rê û rêbazên vê xebatê baştir nas bikim. Her wiha em hewil didin ku pêwindiyên xwe bi derve re jî çêkin.  Ev hefteyeke me dest bi barkirinê kiriye ku em ji saet 09:00'ê sibê heta êvarê dixebitin. Deriyê  me ji bo pêkanîna daxwazên gelê me yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û yên li başûrê Kurdistan û Iraqê vekiriye."   'Şoreşa Rojava bingeha pêşxistina jinan e'   Hêzayê di domandina axaftina xwe de nêrîna civakê nirxand û wiha pê de çû: "Di vê qadê de cara yekemîne li Rojava jineke ciwan weke rêveberî cihê xwe di vê xebatê de li Kobanê digire. Beriya şoreşê jinan ji ber nêrîna civakê ya zayendperest nikaribûn di qada bazirganiyê de cih bigirta. Lê piştî pêşengiya jinan ya ji şoreşa Rojavayê Kurdistanê re,  rol û misyona jinan zêde bû ku hêza xwe  diyar kirin. Ev hefteyeke min dest bi kar kiriye, ez bi rêve jî dibim û tu pirsgirêkên min tune ne. Ev yek jî teqez dike ku jin dikare di her qadê de cih bigre û pirojeyên mezintir jî pêk bîne û bi rê ve bibe. Dema ku min dest bi pirojeyê kir herkes matmayî ma û ji min dipirisîn tu yê çawa bikaribî vî karî bikî. Her wiha mirovên ku pêwistiya wan hebin jî bi riya telefonê bi min re diaxivin û matmayî dimînin ku çawa jinekê şîrketek bi vî rengî vekiriye û hinek kes jî dibêjin mirov serbilind dibe dema ku dibîne jinek gihîştiye vê astê."   'Divê jin dest ji têkoşînê bernedin'   Hêzayê herî dawî bi peyama ku da jinan dawî li axaftina xwe anî: "Bi saya şoreşa Rojavayê Kurdistanê ku gelek guhertin û veguhertin bi xwe re anî, jinan gelek gav avêtin û pirojeyên cur pêş xistin. Em ji hemû jinan bi hêvî ne ku li dijî hişmendiya baviksalar têk neçin û têkoşîna xwe pêş ve bibin. Bila jin projeyan pêş bixin, hêza xwe xurtir bikin û bi xwe bawaer bin. Wê demê wê aboriya xwe ya xweser jî pêş bixin û bibin pêşengê civakê.Derfet hene û divê em ji vê pêvajoyê sûde bigirin."