Esnafên Wanê: Gelo em çima aboriya ku difire nabînin? 2020-08-17 09:02:14   WAN - Esnafên Wanê, li hemberî gotinên "aboriya me difire" bertek nîşan dan û gotin: "Kesên ku difirîn xwedî sermayedar in, esnaf bi xetereyên qeyranê re rûbirû dimînin."   Her roja ku derbas dibe qeyrana aboriyê kûrtir dibe. Qeyrana aboriyê bandorê li her parçeyên civakê dike. Civak nikare danûstandinê bike, nikare fatuyêyên xwe bide û nikarin debara xwe ya rojane bikin. Esnafên li Wanê der barê qeyrana aboriyê de nêrînên xwe anî ziman.    Tugba Yazgan li Bazara Rûsê dixebite, diyar kir ku pandemiyê bêtir qeyrana aboriyê kûr bû û got: "Em gelek nikarin tiştekî bifroşîn. Her wiha kesek jî êdî nayê bazarê jî. Em kêm dixebitin. Ji bo welatiyan cihekî her bi maqûl e ji bo danûstandinê. Lê ez nêzî 6 meh in li vir dixebitim lê şêniyên li Wanê êdî nayê bazarê jî. Bi bilinbûna bûhaya dolarê em nikarin tişt ji dikana xwe re bistînin. Em hem nikarin tiştan bifiroşîn û hem jî nikarin fatureyên dikanê bidin."   'Danûstandin kêm bûye!'   Bedîa Elîş li pasajê dirûnkariyê dike, da zanîn ku dikana min kirê ye lê ji ber ku kesek nayê û naçe ez nikarim pere qezenç bikim. Bedîa, wiha dirêjî da axftina xwe: "Serokdewlet Recep Tayyîp Erdogan dibêjê 'aboriya me firiya'. Gelo firiya em çima nabînin. Aboriya min li şûna ku bifire bin ketiye. Ên ku difirîn jî sermayedar in. Niha esnafek jî nikare bixebite. Di dawiya heftê hemû dikan girtî ne. Lê belê di nava hefteyê de jî muşterî tûne ye. Dibêjin me piştgirî daye, krediya ku ji bo zarokan didan parçe parçe didin, ez li TOKÎ'yê rûdinêm û dikana min jî kirê ye. Mehê 2 hezar TL ez ji bo malê xerç dikim. Karê hevjînê min jî nîne. Her kes jî dizane ku em li vir bi dolaran tiştên xwe distînin û dema wisa be jî tiştek di destê me de namîne."    'Ji ber qeyranê esnaf di xeterê de ye'   Murat Çacur jî 15 sal in esnaftiyê dike û wiha nêrînê xwe derbarê qeyrana aboriyê de anî ziman: "Bi kûrbûna qeyrana aboriyê re esnaf jî ketiye nava xetereyên mezin. 15 sal in maxazeya min a cil û bergan heye. Lê belê ji ber qeyranê ez ê devr bikim maxazeya xwe. Dema buhayê dolarê bilind dibe em jî tiştên xwe yên li maxazeyê bi buhayên nû difroşîn. Ev tişt jî dibe sedema bertekan muşteriyan. Muşterî jî mafdar in ji ber ku perê wan jî nîne. Ji bo em deynê xwe bidin em ji debara malê kêm dikin."    'Heta nîva mehê tiştek di destê me de namîne'   Remziye Elyîgît, ji bo 2 zarokên li maxazeya cil û bergan bû û ev jî derbarê qeyrana aborî de wiha axivî: "Em li malê 4 kes in. Dema em derdikevin sûkê em deyndar vedigerin. Li malê tenê hevjînê min dixebite. Kireya xanî, mesrefa zarok û mutbexê û hwd. heta nîva mehê tiştek di destê me de namîne. Ez niha ji bo zarokên xwe derketim danûstandinê lê belê her tişt gelek buhaye û ez nikarim bistînim."