Ne ceyran ne jî qezenc heye! 2020-08-14 09:06:10   Filiz Zeyrek   EDENE - Li Seyhanê ji ber ku Şîrketa Elektrikê ya Enerjisa Toroslar ceyran birî loma esnafan zirarereke mezin dîtin. Esnafan bang kirin ku pirgirêka elektirîkê bê çareserkirin.    Li Seyhanê ya Edeneyê ku germahî heta 50 pîleyî diçe ji ber ku Şîrketa Elektrikê ya Enerjisa Toroslar ceyran birî loma esnafan zirarereke mezin dîtin û ji bo wan rojên bi zehmet derbas dibe. Esnafên li Kuçukdikili ya Seyhanê anîn ziman ku ew bi pirsgirêkên aborî û manewî rû bi rû dimînin.    'Ji ber ceyran tê birîn em zirarên mezin dibînin'   Şîlan Karaagaç a dikana wê ya kincan heye wiha got:"Li vê kuçeyê ceyran tim tê birîn û ev rewş me mexdûr dike. Ji ber pêvajoya pandemiyê me di demên berê de dikanên xwe girt loma ev yek ji bo me gelekî bi zehmetî derbas bû. Ji bo bibên va ye rewş normal bûye hiştin esnaf kepenkan veke lê niha jî em zirarê dibînin. Ji ber ceyran diçe alavên me yên elektronîk xera bûn. Me got belkî em di arîfeya cejnê de pere qezenc bikin lê ceyrana me wê rojê çû û me tiştek qezenc nekir. Li ser vê yekê tew alavên me yên elektronîk jî xera bûn. Niha klîmaya me xerabe ye. Êvaran jî ji ber tarî ye muşterî nayên. Her muşterî kêm dibin. Ka vê zirara me ew ê kî yê bide?"   'Ji ber di vê germê de ceyran diçe jiyana me jî felc dibe'    Bilge Sidan a ku mehê 600 lirayî fatureya ceyranê dide wiha got:"Berê jî tim ceyran diçû lê niha hîn zêde diçe. Ji ber di vê germê de ceyran diçe jiyana me jî felc dibe. Av û hewa hênik nabe. Em ji ber vê germê fetisîn. Ev feraseteke çawa ye? Ez kuafur im. Di dawiya hefteyê de karê min baş e. Lê di dawiya hefteyê de jî ceyran diçe. Em ne gelekî aboriya wan baş e. Vir hemû welatî karê wan ne baş in. Debara xwe di bin şerdên dijwar de dikin. Em êdî nikarin quruşekê qezenc bikin. Gelek alavên min ên spî ji ber çûyina ceyranê xera bû. Em gelek carî li şîrketê digerin ew jî dibêjin ji ber tadîlatê ye û telefonê digirin. Gelek carî min gilî li CÎMER'ê kir lê carekê jî li min venegeriyan. Heger ev pirsgirêk neyê çareserkirin em ê dest bi çalakiyê bikin."   'Em di bin şerdên dijwar de dixebitin'   Esnaf Derya Yucel da zanîn ku xwarina xistiye sarinca xwe xera bûye û wiha got:"Em di bin şerdên gelekî dijwar de dixebitin û ancax em nanekî dibin mala xwe. Ji ber ceyran diçe xwarina di hundirê sarinca min de jî xera dibe. Rewşa dikanê xirabtir e muşterî ji ber ceyran tune ye û germ e nayê. Em mexdûr in lê kî yê ji vê mexdûriyeta me çareseriyekê bibîne. Divê ev pirsgirêk demildest bê çareserkirin."   'Di ser de jî bi me dixeyidin'   Zulfiye Çimin a xwediyê dikana cilên jinan wiha got:"Em hem esnaf hem jî wekî welatiyên vê kuçeyê mexdûrên birîna ceyaranê ne. Wekî ku em neheq bin tew bi me dixeyidin. Wekî esnafên din me jî xeyal dikir ku em di cejnê de qezencekê bikin lê belê ji ber ceyran hat birîn me qezencek nekir. Dikarin baceyê ji me bigirin wexta rojekê bace dereng bimîne dikarin dikanê bigirin lê nikarin vê pirsgirêka ceyranê çareser bikin. Ez ji bo mala ku lê namînim 150 tl heqê fatureyê didim. Tew ceyrana dikana min hîn zêde tê. Divê ev pirsgirêk demildest bê çareserkirin. "