'Bi keda destên xwe em aboriya xwe bi dest dixin' 2020-08-09 09:03:49   Xezne Celal   KOBANÊ - Firina Jinan a bi navê Nanê Jiyanê 3 sal in xizmetê dide malbatên xizan û koçberên li herêmê. Xebatkara firina Nanê Jiyanê Leyla Elî diyar kir ku li vir hem jin dibin xwedî karekî û hem jî xizan û koçber sûdê ji firinê digirin.    Firina jinan a bi navê Nanê Jiyanê ev nêzî 3 sal in li Kanton Kobanê ji aliyê Rêxistina Alîkariyê AVC'ê ya Swêdê ve hatiye vekirin. Armanca vekirina vê Firine ew e ku malbatên xizan û yên ku ji ber êrîşên dewleta tirk koçberî kantona Kobanê bûne bi wan re bibin alîkar. Di heman demê de ji bo jinên ku li vir dixebitin jî dibe deriyê aboriyê. 15 jin li vir dixebitin û di saet 07'ê serê sibêhê dest pê dikin, heta 13'an kar dikin. Rojane 2 hezar û 800 nan derdixin û belavdikin. Derbarê xebatê de xebatkara firine Leyla Elî ji ajansa me re axivî.   Leyla diyar kirin ku ev nêzî 3 sal in firin hatiye vekirin û wiha pê de çû: "Hemû xebatkarên firinê jin in û ji ber vê yekê di nava bajêr de wekî firina jinana tê nasîn. Em ji du aliyan de sûdê ji vê firinê digirin. Li vir nan bi awayekî bê pere li koçber û xizanan tê belav kirin. Di heman demê de jî em bi rêya vê firinê aboriya xwe bi dest dixin."   Leyla, diyar kir ku berê jin di nava çar dîwaran de bûn û ji ber kevneşopiyên paşverû jin li malê bibûn kole. Leyla wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi dest pê kirina şoreşê re çarenûsa jinê jî hat guhartin. Di hemû qadên jiyanê de îro jin bûn xwedî rol û misyon. Îro jin bi keda destê xwe aboriya xwe qezenc dikin. Dayik û jinên ku di vê firinê de dixebitin xizmên şehîd û şoreşgeran e. Lê dema ku em li vir tên gel hev em êş û derdê xwe ji bîr dikin."   'Rojane nan li koçber û xizanan tê belavkirin'   Leylayê destnîşan kir ku dema jin du kar bi hev re birêvedibin bi gelek zehmetiyan re jî rûbirû dimînin û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Em hem malên xwe birêvedibin û hem jî li firinê birêvedibin. Ji ber vê jî em zehmetiyan re rûbirû dimînin. Ev firin ji aliyê Rêxistina Alîkariyê  AVC'ê ve hatiye vekirin. Ji bo jinên koçber hatiye vekirin. Komîn û meclîs derbarê malbatên koçber û xizanan de lêkolîn dikin, agahiyan derbarê wan de ji me re dişînin. Em jî li gor wê bi rojane alîkariya nan didin wan kesan. Her wiha Rêxistina Alîkariyê AVC'ê di cihê kar de ji bo tenduristiyê cihek jî amade kiriye. Li vir bi dehan zarokên koçber tên dermankirin."   Leyla di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku her jina ku li malê mayê dê bi hêza xwe di nava civakê de baweriya xwe xurt bike û bi keda destê dê li ser piyên xwe bisekine.